Dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete li Efrîn û Girê Spî, deh rojên dawî herî kêm 18 sivîl revandin. 

Navenda Belgekirina Mafê Mirovan a Bakur û Rojhilatê Sûri, rapora xwe ya li ser binpêkirina mafê mirovan, ku di navbera 1-10'ê Çileyê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin kirin, eşkere kir.
Li gorî raporê, li Efrîn û Girê Spî 18 kes hatine revandin 3 jê jin û 4 zarok in.
Agahiyên berfireh ên raporê wiha ne: "1'ê Çile li navçeya Şêrawa ya Efrînê kesek, 2'ê Çile li navçeya Raco kesek, 3'ê Çile li navçeya Cindirêsê 4 kesên ji heman malbatê, li taxa Mehmûdiye ya Efrînê jî 4 kes ji heman malbatê, 7'ê Çile li Cindirêsê kesekî 41 salî û 8'ê Çile li Cindirêsê sivîlek hatin revandin.
- Li Girê Spî jî 6'ê Çile 6 kes hatin revandin 2 jê jin in.’’

NAVENDA NÛÇEYAN