• HPG:’’Mirovên bedew ên mîna hevrêya me Elefteriya, bi tevlîbûna xwe têkoşîna azadiyê ya gelan mezin kirin. Mîrateya têkoşînê ya ku hevrêya me Elefteriya li pey xwe hişt wê her tim rêya me ronî bike."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlaya şehîd a enternasyonalîst Elefteriya daxuyanî da û wiha got: 

"Şoreşgera enternasyonalîst a hêja hevrêya me Elefteriya Hambî ji fikrê sosyalîzma demokratîk a Rêberê me, şerê fedayî yê milîtanên Apoyî yê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê û hemû hêzên paşverû, bi bandor bû. Hevrêya me Elefteriya ku dilê wê ji bo azadiya tevahiya mirovahiyê lê dida, ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta bi Herêmên Parastinê yên Medyayê bi fedayî têkoşiya. 25'ê Mijdara 2019'an li qada Sêdarê ya Garê di êrîşeke artêşa Tirk a dagirker de ya bi balafirên şer hate kirin, şehîd bû. Hevrêya me Elefteriya ku bi paradîgmaya azadîparêziya jinê, ekolojîk û demokratîk a Rêberê me baweriya xwe pê anî, berê xwe da Kurdistanê. Bi dilsozî û fedakariyeke mezin têkoşiya, ji hevrêyên xwe re hertim bû çavkaniya hêz û moralê. Enternasyonalîstên mirovên bedew ên mîna hevrêya me Elefteriya, bi tevlîbûna xwe têkoşîna azadiyê ya gelan mezin kirin. Weke hevrêyên wê em xwe bi şens dibînin ku li gel jineke esîl a bi rihê azad û şoreşgereke enternasyonalîst a hêja ya bi vî rengî têkoşîna azadiyê meşand. Di serî de malbata hêja ya hevrêya me, em sersaxiyê ji gelê Elman ê demokratîk re diwazin ku dilê xwe ji bo gelê Kurdistanê û azadiya gelan lê dide. Sersaxiyê ji gelê Kurdistanê re dixwazin.

Hevrêya me Elefteriya ku li bajarê Memmîngen ê Elmanyayê li nava malbateke demokratîk jidayik bû. Di nava şert û mercên kapîtalîzmê de mezin bû, li jiyanê û sîstemê pirsî. Weke jineke ciwan, hevrêya me rastiya metakirina jinê ya li nava sîstemê fêhm kir, lêgerînên xwe kûr kir. Li zanîngehê li beşa fîzîkê dixwend. Li Ewropayê ku dijminatiya kapîtalîzmê ya li mirov, civak û hawirdorê bi şênberî dît, hevrêya me Elefteriya li pêşberî jiyanê û hawirdorê bû xwedî hesteke xurt a berpirsyariyê. Hîn ji zarokatiyê ve, têkoşîna gelê Kurd a li çar aliyên cîhanê ji nêz ve şopand. Bala wê bêhtir çû ser fikrên Rêber Apo û di analîz û parêznameyên Rêber Apo de bersiva lêgerîna xwe dît. Fêm kir ku Îdeolojiya Azadiya Jinê ya Rêberê me û felsefeya PKK'ê cewhera heqîqetê ye. Bi vê yekê biryar da ku derbasî Kurdistanê bibe. Demekê li Rojava ma û bû yek ji afirînerên jiyana nû ya li nava şoreşê. Gihandina çiyayên Kurdistanê, jiyana gerîla û têkoşîn ji xwe re kiribû armanca sereke. Piştî têkoşîna serketî ya li Rojava sala 2018’an tevlî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bû. Hevrêya me Elefteriya bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedakar derdiket pêş. Bi kesayeta xwe ya bi coş û jîndar, hêz da hemû hevrêyên xwe. Nirxên resen ên civaka xwe diparast, hertim li ser ziman û çandên cihê meraqa wê hebû. Li gel zimanê xwe yê zikmakî Elmanî bi zimanê Îngilîzî, Fransî û Îtalî baş dizanî. Li çiyayên Kurdistanê zû fêrî zimanê Kurdî bû û bi hevrêyên xwe re têkiliyên xurt danî. Digot ‘Ev şer ne tenê şerê Kurdan e, şerê her kesê ku ji aliyê pergalê ve hatiye çewisandin e, bi taybetî jî şerê jinan e. Ji ber vê yekê, divê em di her kêliya jiyana xwe de têbikoşin ku em li ser tiştê ku em bawer dikin serdest bibin. Heta herkes azad nebe, wê tu kes azad nebe.’ Weke milîtaneke fedaî ya YJA Starê, herdem bû hêza çareseriyê û wekî milîtaneke fedayî mîsyona xwe ya pêşengtiyê bi cih anî. Mîrateya têkoşînê ya ku hevrê Elefteriya li pey xwe hişt, wê her dem pêşiya me ronî bike û bi serfiraziyê were tacîdarkirin."

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Elefterî Hambî bi vî rengî ye;

Elefteriya Hambî (Eva Marîa Steîger), li Elmanya jidayîk bûye, 25’ê Mijdara 2019’an li Garê şehîd bû. 

BEHDÎNAN