
- Muzeya ku tabloya Guernicayê lê ye piştî 30 salan biryar da ku serdêr wêneyê tabloyê bigirin. Tabloya Guernica li hemberî zordestiya faşîzmê weke semboleke Şerê Navxweyî yê Spanyayê tê zanîn. Ji çêkirina wê heta derxistina wê ji Spanyayê û dîsa lê vegerandina wê, serpêhatiyeke balkêş a tabloyê heye.
ARDÎN DÎREN
Piştî demeke dirêj, “Muzeya Reina Sofia” ya li Spanyayê destûrê dide ku xelk wêneyê tabloya “Guernica” yê Pablo Picasso bigire. Midûrê nû yê muzeyê, Manuel Segade da zanîn ku wan ev qedexeya 30 salan betal kiriye û êdî serdêrên muzeyê dê bi rehetî karibin wêneyê tabloya Guernica bigirin. Qedexeya girtina wêneyê Guernicayê, 1’ê Îlonê betal bû. Berpirsyarên muzeyê bi vê biryara xwe dê bikin ku xelk bêhtir biçin serdana muzeyê û ew nexasim jî dixwazin ciwan herin serdana tabloya Guernicayê ya ku behsa zilma Şerê Navxweyî yê Spanyayê dike.
Tabloya Guernicayê, behsa zilma Naziyan dike, di 26’ê Nîsana 1937’an de leşkerên Nazî bi 28 balafiran bajarê Guernicayê li Spanyayê bomberan kirin. Di dema êrişên leşkeran de qederê hezar û 600 kes tên kuştin û bi hezaran mirov jî birîndar dibin. Li ser daxwaza Hikûmeta Komarparêz a Spanyayê ya ku li hemberî faşîstan şer dikir, tabloya Guernicayê hate çêkirin. Piştî şer û bomberanê bi 15 rojan Pablo Picasso vê tabloyê temam dike û Guernica cara ewilî di sala 1937’an de li “Fuara Dinyayê” ya li Parîsê di pêşangehekê de hate nîşandan. Tablo tevî helbesteke Paul Eluard ya bi navê “Victory at Guernica” tê nîşandan. Paul Eluard jî yek ji helbestvanên surrealîst û kominîst e; di helbesta xwe de wî digot, “Ji bo jiyan û mirinê tirs û wêrekî…Mirin hem pirr zor e hem pirr hêsan…” Wî jî ev helbest ji bo bomberana li Guernicayê şermezar bike, nivîsandibû û ev helbesta wî tevî tabloya Guernicayê tim ma di bîra xelkê de.
Hikûmeta komarparêz Guernicayê dide çêkirin
Hikûmeta Komarparêz ya Spanyayê ku di dema şerê navxweyî yê Spanyayê de hatibû damezirandin, ev pêşangeh fînanse kiribû. Fuara Dinyayê li ser tiştên teknolojîk disekinî, lê armanca Hikûmeta Komarparêz a Spanyayê ne teknolojî yan jî tiştekî din bû. Hikûmetê dixwest li hember faşîzmê hebûna xwe bide qebûlkirin, ji ber vê yekê jî piştgirî da pêşangehê. Jixwe, li ser deriyê pêşangehê jî dirûşmeyeke leşkerên komarparêz ên ku li hember faşîzmê şer dikirin, hatibû nivîsandin;
Em ji bo ala Spanyayê şer dikin
Em ji bo yekîtiya axa Spanyayê şer dikin
Em ji bo serxwebûna welatê xwe
Û em ji bo mafê xelkê Spanyayê şer dikin da ku qedera xwe ew diyar bikin.
Bi rengên reş û spî trajediya şer
Piştî fuara li Parîsê, tabloyê Guernîcayê li gelek welatên din jî tê nîşandan û bi vî awayî haya xelkê ji Şerê Navxweyî yê Spanyayê çêdibe. Firehiya tabloyê Guernica 7 metre û nîv e û bilindbûna tabloyê jî 3 metre û nîv e. Yanî tablo têra xwe mezin e û xelkê di bin tesîra xwe de dihêle. Tabloya Guernicayê weke semboleke li dijî şer tê naskirin û trajediyên şer pirr baş nîşan dide. Di tabloyê de şer, kuştin, xedarî, neçarî bi rengên reş û spî hatine teswîrkirin. Jixwe, tablo jî tabloyekî razber û surrealîst e. Tabloya Guernicayê, aloziya Şerê Navxweyî bi awayekî sar û bê giyan nîşan dide.
42 salan li Emerîka dimîne
Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem dest pê dike, Pablo Picasso sala 1939’an tabloya Guernicayê emanetî “Muzeya Modern a Hunerî ya New York”ê (MoMA) dike. Tabloya Guernicayê 42 salan li Emerîkayê (DYE) dimîne heta ku dîktatoriya Francisco Franco bi dawî dibe. Herî dawî, sala 1981’ê rayedarên dewleta Spanyayê dikevin pey tabloya Guernicayê û tabloyê li welatê Spanyayê vedigerînin. Bi vî awayî tabloya Guernicayê li “Muzeya Reina Sofia” ya ku li paytext Madrîdê tê bi cih kirin û niha jî tablo li wir tê nîşandan.
Piştî mirina Franco Guernîcayê dibin Spanyayê
Dîktator Franco, sala 1968’an dixwest tabloya “Guernica”yê li Spanyayê vegerîne. Lê Pablo Picasso li hember vê daxwaza wî derdikeve û dibêje, “Heta ku careke din komar ava nebe û xelkê Spanyayê xwe azad hîs neke, ez ê destûrê nedim vê yekê. Her wiha divê saziyên Spanyayê yên giştî jî azad û demokratîk bin.”
Pablo Picasso sala 1973’an dimire û Dîktator Franco jî sala 1975’an dimire. Di sala 1978’an li Spanyayê parlementoyeke demokratîk ava dibe û destûreke nû tê îlankirin. Muzeya MoMA destpêkê nedixwest tabloya Guernicayê li Spanyayê vegerîne û weke hincet jî şertê Picasso nîşan dida û digot hikûmeta Spanyayê ne demokratîk e. Lê piştî hikûmeta nû ya Spanyayê zor li muzeyê kir, muzeya MoMA mecbûr ma ku tabloyê bide hikûmeta Spanyayê.
Nefreta li hember leşkerên faşîst
Nihêrîna Pablo Picasso ya derbarê Şerê Navxweyî û hunerê wî yê li hember faşîzmê jî ev bûn; “Berxwedana li Spanyayê li hember êrişa li dijî azadiyê ye. Ez weke şêwekarekî di jiyana xwe de tim li hember mirina hunerî sekinîm. Kî dikare bibêje, Picasso alîgirê kuştin û paşverûtiyê ye? Ez niha li ser resmekî dixebitim û ez ê navê Guernicayê li tabloyê xwe bikim. Ez di xebatên xwe yên dawî hemûyan de êş û elemên xelkê Spanyayê nîşan didim. Her wiha nefreta xwe ya li hember leşkerên faşîst ya ku Spanya kirine gola xwînê jî bi awayekî eşkere nîşan didim.”
Serketina Guernicayê
I
Dinyaya zengînên kokelan
ya şevê û ya zeviyan
II
Rûyên xweşik li êgir tên li paşzemînê
Li redkirinê li şevê li dijûnên li derban tên
III
Rûyên xweşik li her tiştî tên
Va ye valahiya di ser serê we re sabît kirî
Mirina we wê bibe nimûne û ders
IV
Mirina bi dilê qulibî
V
Wan bi we heqê nanî da dayîn
Ezman erd av xew
Û sefîlî
Bi jiyana we
VI
Wan got ew aqlê baş divên
Wan sînor danîn ji xurtan re hukim birrî li dînan
Wan sedeqe dan qirûşek parvekirin kirin didu
Wan silav li cendekan kir
Wan xwe di nava nezaketê de xerq kir
VII
Ew li ser a xwe ne ew mubalexe dikin ew ne ji dinya me ne
VIII
Jin û zarok xwediyê heman gencîneyê ne
Pelên heşîn ên biharê û şîrê helal
Û xwegirtin
Di çavên wan ên zelal de
IX
Jin û zarok xwediyê heman gencîneyê ne
Di çavan de
Mêr wan diparêzin biqasî ji wan tê
X
Jin û zarok xwediyê heman gulên sor in
Di çavan de
Her yekî xwîna xwe nîşan dide
XI
Tirs û wêrekiya ji bo jiyan û mirinê
Mirin çendîn zehmet e û ew çend jî hêsan
XII
Mêrên ku ji bo wan li ser vê gencîneyê dihat nihurandin
Mêrên ku ev gencîne di ber wan de dihat berbakirin
XIII
Mêrên bi rastî yên ku nemana hêviyê
Agirê geş ê hêviyê gur dike
Em bi hev re bûtika kulîlka dawî ya siberojê vekin
XIV
Mirina Pariah erd û stargehan
Ji dijminên me ne rengên wan
Ji şeva me monoton
Divê li hember wan ên heq em bin.
Paul Eluard, Gulana 1937´an
Wergera ji Fransî: Luqman Guldivê















