Mîrateyek dewlemend hiştin

Pêncşem 16 Gulan 2024 - 02:55

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî şehadeta 2 gerîlayan daxuyaniyek da û wiha got:"Hevrêyên me Denîz û Rustem di 7'ê Kanûna 2021'ê de li herêma Xakurkê di êrişa dijmin de tevlî karwanê şehîdan bûn. Ewladên leheng ên gelê Kurdistanê hevrêyên me Denîz û Rustem ku li dijî êrişên qirkirinê yên li ser gelê me bi tevlîbûna li nava tevgera me ya azadiyê xwestin bibin bersiv, li her qada ku lê man sekneke mînak nîşan dan. Li qadên cuda yên Kurdistanê wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bêteredût bi cih anîn. Hevrêyên me Denîz û Rustem bi hêza ji îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo wergirtî gelek wezîfeyên zehmet bi cih anîn û bûn milîtanên bi biryar û serketî. Heta nefesa xwe ya dawî bi hişmendiyeke xurt û dilsoziyeke kûr têkoşiyan û mîrateyeke dewlemend a têkoşînê li pey xwe hiştin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Denîz û Rustem em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe nû dikin ku têkoşîna hevrêyên xwe ji cihê mayî bi biryardarî dewam bikin.

Hevrêya me Denîz li Kobanê ku sembola berxwedanê ye li nava malbateke welatparêz jidayîk bû. Di sala 2017'an de bi rengekî çalak tevlî kar bû. Beşdarî pêngavên li dijî çeteyên DAÎŞ'ê bû. Bû milîtaneke welê ku li ser bingehên xurt bi têkoşîna me ya azadiyê ve hate girêdan. Ji bo armanca xwe ya zarokatiyê pêk bîne berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Denîz ku bi tevlîbûna xwe ya sade, bêfikar û bêteredût bû milîtaneke mînak, di dilê hevrêyên xwe de cih girt. Haya hevrêya me ji mejiyê serweriya mêr a bi hezaran salan a li dijî jinê hebû, li hemberî vê yekê jî xwedî danheviya îdeolojîk bû û ji perwerdeya xwe ya şexsî tawîz neda. 

Hevrêyê me Rustem li Colemêrgê li nava malbateke welatparêz jidayîk bû. Di sala 2014'an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Rustem ku xwedî hêrs û lêgerîna lêdana derba mezin a li dijmin bû, di perwedeyê de parêznameyên Reberê me û perspektîfên gerîlatiYe xwend û di kesayetiya xwe de rêbaza fedaîtiyê afirand. Xeta fermandarên me yên mezin Egîd û Zîlan ji xwe re kir esas û tevlî her karî bû. Ji bo tola hevrêyên me yên şehîd hilîne kete nava lêgerînan. Di demeke kurt de bû milîtanekî fedaî û heta nefesa xwe ya dawî ji bo serketina partiya me PKK têkoşiya, hemû wezîfeyên zehmet bêteredût bi cih anî."

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Denîz Aras Kobanê (Necla Adil Bûzî), li Kobanê jidayîk bûye, 7’ê Kanûna 2021’an li Xakurkê şehîd bû.

Rustem Cûdî (Apo Aşkan), li Colemêrgê jidayîk bûye, 7’ê Kanûna 2021’an li Xakurkê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.