Miracaetan ji bo Festîvala Dihokê dest pê kir

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 8 Hezîran 2022 - 00:52

Festîvala Filman a Navneteweyî ya Dihokê wê cara 9’an were lidarxistin. Festîvalê ji bo miracaetên filman li ser malperên xwe daxuyand ku pêvajoya filmşandinê dest pê kiriye. Sînemavan dikarin filmên xwe ji bo festîvalê bişînin.

Deriyê festîvalê dê heta 6’ê Îlonê ji bo miracaetan vekirî be û filman bigire. 

Li gorî agahiyên komîteya festîvalê, festîvala îsal dê di navbera 1 û 8’ê Berfenbara 2022’yan de were lidarxistin. Weke salên berê dê dîsa du beşên sereke; sînemaya Kurdî û Sînemaya Cîhanê di festîvalê de hebin û filmên werin şandin li gorî van beşan dê werin nîşandan. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.