Minareya Camê ma li dinyayê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 4 Çile 2023 - 02:21

Minareya Cam a li Geliyê Herîrûd a herêma Xor a li Efxanistanê dawiya sedsala 12´an hatiye avakirin û li gorî mizgefta xwe, minareyeke pirr bilind bû. Bi 65 metreyên bilindahiya xwe, di nava minareyên ji tuxleyan, piştî Minareya Qutb, minareya herî bilind a dinyayê ye. Li wê devera ku çemê Camrûd diherike çemê Herîrûdê hatiye avakirin.  

Hema li jora minareyê qesr û keleha Serafşan heye. Minare û deverên arkeolojîk yîn li hawîrdora wê di lîsteya UNESCO´yê ya mîrasa cîhanê de ne. Lê di heman demê de di lîsteya sor a mîraseya di tehlûkeyê de ne jî. Ji ber lehiyan tehlûkeya hilweşêna minareyê heye. 

Hawîrdora minareyê bi temamî bi formên geometrîk û nivîsên ayetên Quranê hatiye xemilandin. Li deverê xirbeyên bazarekê jî hebn, lê sala 1960´î ji bo çêkirina hotelekê ev xirbe bi temamî hatin tinekirin. Minare di serdema xanedana Xorîdan hatiye çêkirin. Li gorî nivîseke li ser minareyê, minare yan 1174 yan jî 1193´yan hatiye lêkirin. 

Ev xanedana hanê weke xanedana Kurdên eşîra Gelî tê qebûlkirin. Vê xanedanê wê paşê dewleta Kurd (Kerd, Kert) sala 1245´an ava bikira. Jixwe damezrênerê dewletê jî weke Melîk Kurd navdar e û ev dewlet heta 1383´yan jî li deverê desthilat dimîne. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.