Mînaka hevgirtinê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 14 Adar 2024 - 00:35

Ji ber ambargoya li ser herêmê  û ketina nirxê lîreya Sûriyeyê ku bandoreke neyinî li rewşa debarê ya welatiyan dike, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi destpêka meha Remezanê re alîkarî ji bo hewcedaran û koçberan tên belavkirin. Li kantona Reqayê pêngavek bi navê "Xwarina Fitarê" ji aliyê ciwanan ve hatiye destpêkirin. Berpirsekî pêngavê "Xwarina Fitarê " yê li gundê Til Semin ê bakurê Reqayê got:"Ji ber mercên aborî û debarê yên zehmet ên li herêmê, her wiha ji ber hilweşîna nirxê lîreya Sûriyeyê malbatên hewcedar nikarin qûta xwe peyda bikin, me xwest di meha Remezanê tiştekî wisa bikin da ku karê mirovî û hevgirtinê pêş bixin." Li gorî berpirsên pêngavê rojane wê alîkarî li 50 malbatan werin belavkirin.

ANHA/EYN ÎSA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.