Mînaka hevgirtî ya şoreşgeriyê

Şemî 21 Kanûn 2024 - 03:15

HPG’ê diyar kir ku gerîla Hogir Merwan di 10'ê Cotmeha 2024'an de li herêma Garê şehîd bû û got:“Hevrêyê me li gor baweriya xwe dijî û bi qasî gotinên xwe di pratîkê de jî xurt bû û wek mînakeke hevgirtî ya şoreşgeriyê ji bo hemû hevrêyên xwe bû mînak.” Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:“Hevrêyê me Hogir, bi xebatên ciwanan dest bi meşa xwe ya şoreşgeriyê kir û bi berxwedêriya zindanan û li serê çiyayên Kurdistanê berdewam kir û gav bi gav bi ruheke fedaiyane bû milîtan û şervanekî hêzdar ê felsefeya jiyana azad a Apoyî. Hevrêyê me Hogir di 14 salên xwe yên şoreşgeriyê de gelek serkeftin bi dest xistin û ji bo fermandariyê kesekî hêvîdêr bû. Wî her tim wekî milîtanekî Apoyî têkoşîn geş kir û ji bo hemû hevrêyên xwe wekî mînakekê bû. Hevrêyê me li gor baweriya xwe dijî û bi qasî gotinên xwe di pratîkê de jî xurt bû û wek mînakeke hevgirtî ya şoreşgeriyê ji bo hemû hevrêyên xwe bû mînak. Wek hevrêyên wî yên ku ji şerkirin û têkoşîna ji bo heman armancê serbilind in, em soz didin ku em ê mîrateya wî li Kurdistana azad jîndar bikin. Li ser vê esasê, di serî de malbata wî ya hêja, em sersaxiyê ji bo gelê welatparêz ê Kurdistanê dixwazin.

Hevrêyê me Hogir weke ewladekî ji malbateke welatparêz a ku eslê xwe ji Sêrt Dihê ye, li bajarê Êlihê jidayîk bû. Hevrêyê me, ji bo ku ciwanên wekî wî koçî metropolên Tirkiyeyê kirine xwe binasin kedeke mezin da û ew daxilî têkoşîna azadiyê kirin. Hevrêyê me ji ber vê yekê bala dijminî kişand û di sala 2009'an de dîl hat girtin. Di sala 2010'an de ji girtîgehê derket. Hevrêyê me dizanî ku ew dikare li nav refên gerîla têkoşîna bi awayekî bibandor bidomîne û bi derbasbûna Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî refên gerîla bû. Di sala 2014'an de dema ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîşên qirkirinê li dijî gelê me pêk anîn, wek mîlîtaneke Apoyî û şervanekî fedaî yê gelê me, bi gelê me re di eniyên şer de bêdudilî cih girt. Piştî ku di têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê de erka xwe ya dîrokî bi cih anî, dîsa vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevrêyê me Hogir bi sekn, kesayet, pratîk û rêhevaltiya xwe wek şoreşgerekî jidil, kedkar û pêşeng, mohra xwe li serdemê da.” Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Hogir Merwan wiha ne:

Hogir Merwan (Firat Serîhan), li Êlihê jidayîk bûye, 10’ê Cotmeha 2024’an li Garê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.