• Navê wî nîşaneya herî bedew a meşa wî bû. Xwedî wateyeke welê bû ku me di oxira wê de berdêlên herî bedew dan û ji bo azadiya wê tovên herî bedew çand. Xak, navê xwe xak bû. Mîna xakê bû.

Navê wî nîşaneya herî bedew a meşa wî bû. Xwedî wateyeke welê bû ku me di oxira wê de berdêlên herî bedew dan û ji bo azadiya wê tovên herî bedew çand. Xak, navê xwe xak bû. Mîna xakê bû.
Yên ku dikevin hembêza xakê, yan gotinekê yan jî kêliyekê ji mirovan re dihêlin. Gerîla Reşat jî 10'ê Tîrmehê danê êvarê li qada Dûpişkê tevî gerîla Argeş Sara û Zinar Devrîm kêliyeke bi vî rengî li pey xwe hişt. Bêguman gelek jin û mêr hene ku bi daran, yan jî bi çivîkan diaxivin, lê min yekemcar gerîlayek dît ku bi daran re diaxivî. Vê yekê gelekî kêfa min dianî. Mêrê ku bi xwezayê re diaxive hîn paqij xuya dikir.
Li nava malbateke welatparêz a li Êlihê ji dayik bû. Navê wî nîşaneya herî bedew a jiyana wî bû. Wateyeke navê xwe hebû ku mîna fermanek ji bo şêweyê jiyana wî bû. Nîşaneya herî bedew a sedema jidayikbûna xwe bû. Xwedî wateyeke welê bû ku me di oxira wê de berdêlên herî bedew dan û ji bo azadiya wê tovên herî bedew çand. Toprak (Xak), navê xwe xak bû. Mîna xakê bû.
Gerîla Reşat Timokî digot, "Xwîna me ya di oxira azadiyê de dirije, dilopek av e ku di vê havînê de jiyanê dide darê."

ANF/BEHDÎNAN