HPG'ê gerîlayê li Meletiyê di 2'ê Hezîrana 2017'an de şehîd bû bi bîr anî û got:"Hevrêyê me Azad bi jiyana xwe ya sade, ji dil, hevrêtî, fedakarî û fedaîtiya xwe wê ji aliyê hevrêyên xwe ve timî weke mînak bê dîtin." Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:"Leheng û şervanê gelê Kurdistanê hevrêyê me Azad Çekdar Mahîr 2'ê Hezîrana 2017'an li Meletiyê di şerê dijî dijmin de şehîd bû. Di salvegera şehadeta milîtanê fedaî yê gelê me hevrêyê me Azad Çekdar Mahîr de wê bi hurmet û minet bi bîr tînin. Hevrêyê me Azad weke milîtanekî fedaî ji bo serxistina têkoşîna azadiyê her kêliya jiyana xwe mîna derwêşekî hemdem bi wate kir, bi exlaqê partiyê û hişmendiya kûr a welatparêziyê bû milîtanekî fedaî. Bi tevlîbûna xwe ya bêteredût û bi coş bû milîtanekî Apoyî yê mînak û li dijî polîtîkayên tasfiyeyê yên li ser Rêberê me û gelê me, hewl da wezîfeyên xwe yên şoreşgerî li dijî dewleta Tirk a qirker bi rengekî hêja bi cih bîne. Ji bo bersivê bide komkujiyên li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Gever, Kerboran, Hezex û Silopiyayê ku artêşa Tirk a dagirker di çarçoveya Plana Têkbirinê de li Bakurê Kurdistanê kir, ji bo hilanîna tola şehîdan pêşniyar kir, li gorî ruhê demê tevgeriya û li ser xeta fedaîtiyê tevlîbûnek pêk anî. Em soza xwe nû dikin ku têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd bi ser bixînin, li ser vê bingehê di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Azad em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.
Hevrêyê me Azad Çekdar Mahîr ji malbateke welatparêz a Nisêbînê li navçeya Bismil a Amedê jidayîk bû. Di sala 2016'an de li Amedê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Azad di nirxandineke xwe de diyar kir ku divê gelê me li hemberî polîtîkayên qirker, înkar û îmhayê yên dijmin hîn baldar be û têkoşîna xwe li her qadê mezin bike. Baweriya xwe bi wê yekê anî ku azadiya rasteqîn tenê bi vî rengî dikare pêk were. Di demekê de ku dewleta Tirk a mêtinger êrişên xwe yên li ser gelê me zêde kir, weke milîtanekî fedaî û leheng ê gelê me ji bo bersivê bide dijmin, xwest derbeke dîrokî li dijmin bixe. Li ser vê bingehê 2'ê Hezîrana 2017'an li Meletiyê ku warê hevrê Zîlan-Zeynep Kinaci ye, di şerekî dijî dijmin de heta kêliya dawî bi fedaîtî şer kir û şehîd bû. Biryardariya hevrêyê me Azad a ji bo pêkanîna armanca xwe û hilanîna tolê, wê her tim rêya me ronî bike."
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me bi vî rengî ne:
Azad Çekdar Mahîr (Huseyîn Gumuş), li Amedê jidayîk bû, 2’ê Hezîrana 2017’an li Meletî şehîd bû.
BEHDÎNAN