Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 3 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, daxuyaniyek da û got, "Di êrişên dewleta Tirk a qirker mêtinger yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê sala 2022’yan de meha Gulanê hevrêyê me Alîşêr Çiya, meha Îlonê hevrêyên me Reşîd Serdar û Amed Mayis şehîd bûn. Hevrêyên me Alîşêr, Reşîd û Amed ku salên dûr û dirêj di têkoşîna me ya azadiyê de li qadên cuda wezîfe kirin, bi tevlîbûna xwe ya li nava jiyan û şer, bûn milîtanên Apoyî yên fedaî yên mînak. Hevrêyên me Alîşêr û Reşîd di nava karên Hêzên Taybet de bi kesayetiya xwe ya afirîner, biryardariya milîtaniya fedaî, sekna bi îdîa, kûrbûna li ser armancê û hewldanên serketî asta teknîkê ya li qada zanistî ya Gerîlayên Modernîteya Demokratîk bi pêş ve birin. Hevrêyê me Amed jî bi keda xwe ya li qada şer a pratîkê, bi kesayetiya xwe ya fedakar, tevlîbûna xwe ya dilnizm û hewldana ji bo fedaîtiyê, bû xwediyê seknekê. Hevrêyên me Alîşêr, Reşîd û Amed bi tevlîbûna xwe ya cidî û durust a li kar, bi germahiya di hevrêtiyê de û rûyê xwe yê li ken wê timî bêne bibîranîn. Serê malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd û tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.
Hevrêyê me Alîşêr li Geverê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Di sala 2015'an de tevlî nava refên gerîla bû.
Ji bo karibe bersivê bide pêwîstiyên pêvajoyê ket nava Hêzên Taybet. Têkoşîna xwe ya şoreşgerî timî bilind kir, hevrêyên li derdora xwe bi pêş ve birin û li her werê jiyanê bû xwedî sekneke fedayî ya tevlîbûnê. Ala têkoşînê ya şehîdên me wergirt, bi serbilindiyeke mezin bilind kir û pêwîstiyên wê bi cih anîn. Ji hevrêyên xwe re jî mîrateyeke têkoşînê hişt ku wê ti carî neyê jibîrkirin.
Hevrêyê me Reşîd ê ji Rihayê, li nava malbateke me ya welatparêz ku neçar ma koçî Dîlokê bike, ji dayik bû. Sala 2013'an biryar da ku bibe milîtanekî meşa azadiyê ya Rêber Apo û tevlî nava refên gerîla bû. Di 4'ê Nîsana 2014'an de beşdarî nava karên Hêzên taybet bû, ber bi armanca xwe ya bûyîna milîtanekî xwedî mîsyon, gav avêt. Hevrêyekî welê bû ku gelekî hez ji gotina stranan dikir, di her stranê de jî dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û şehîdan re nîşan dida. Carna bi sekna xwe ya bi moral ji hevalên xwe re bû moralekî mezin, carna bi sekna xwe ya fedakar cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt.
Hevrêyê me Amed li navçeya Mêrdînê Şemrexê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Di sala 2019’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û bû gerîlayê azadiyê. Ji bo xwe nêzî Rêbertiyê bike, ji bo kûrahiya jiyana Rêbertiyê fêm bike û bi jiyanî bike, tevlî Hêzên Taybet bû. Hevrêyê me Amed ku beşdarî Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Mereş bû, li çeperên şer û tîmên bi tevger cih girt û erk û berpirsyariyên xwe yên di şerê dîrokî de serketî bi cih anîn. Hevrêyê me Amed ku hêrseke wî ya bêdawî li dijî dagirkeran heye, li cihê ku pêwîst bû bersiva pêwîst da êrişên dagirkeran."
Agahiyên li ser nasnameya şehîdan bi vî rengî ne;
Alîşêr Çiya (Abdulkahar Karasaç), li Colemêrgê ji dayik bûye, Gulana 2022’yan li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Reşîd Serdar (Îzzet Akhan), li Dîlokê ji dayik bûye, Îlona 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Amed Mayis (Îbrahîm Demîrcan), li Mêrdînê ji dayik bûye, Îlona 2022’yan li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
BEHDÎNAN