Milîtanên hêja yên APO’yî Axîn û Şervan

Duşem 24 Hezîran 2024 - 02:45

HPG’ê da zanîn ku li Mawa 2 gerîla şehîd bûne û got:’’Xelkê me yê Botanê ku milîtanên APO’yî yên hêja Axîn û Şervan anîn ser rûyê dinê, bi berdêlên di têkoşîna azadiyê de dane, bûne israra di jiyana birûmet de.’’

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên şehîd de ev daxuyanî da:’’19’ê Hezîrana 2024’an, li herêma Mawa ya Botanê, piştî şerê di navbera hevrêyên me û artêşa Tirk a dagirker de, milîtanên fedayî yên APO’yî hevrêyên me Axîn û Şervan şehîd bûn. Hevrêya me Axîn ku hêrsa xwe ya li dijî dijmin bi mezinkirina têkoşînê nîşan da, bû yek ji mînaka herî xweşik a durustî, sadebûnê û jina ku zane dibe.

Hevrêyê me Şervan tevî ku neçar ma ji Kurdistanê dûr jiyan bike, hezkirina welat hertim di diliê xwe de jiyan kir û dizanî bû ku wê rojekê vegere axa xwe, felsefeya APO’yî nas kir, bû yek ji mînaka herî şênber a asta azadiyê ya ciwanên Kurd digîhîjinê. 

Em weke hevrêyên Şehîd Axîn û Şehîd Şervan, soz didin ku layiqê têkoşîna xelkê xwe yê Botanê û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz bin. Li ser vê bingehê di serî de malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd, em sersaxiyê ji tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. 

Hevrêya me Axîn, bi eslê xwe ji gundê Bana yê navçeya Basa ya Şirnexê, li Cizîra Botan jidayîk bû. Di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me di gerîlatiya Bakur de ku ked û fedakariyeke mezin dixwaze, bi îdîa û biryardariyeke mezin, sekna xwe ya milîtanî berdewam kir, mîsyona pêşengiyê ya YJA Starê di kesayeta xwe de bi layiqî temsîl kir. 

Hevrêyê me Şervan, di nava malbateke eslê xwe ji navçeya Dihê ya Sêrtê, li Mêrsînê jidayîk bû. Di sala 2014’an de ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû. Meşa xwe ya azadiyê ku ji Amedê destpêkir, li Metîna, Besta, Cûdî, Kato, Wan, Garê û Gabarê dewam kir, di şertên herî zehmet de jî, têkoşîneke bênavber meşand. Bi kesayeta xwe ya fedakar, dilnizm û têgîhîştî, di dîroka têkoşîna me de, şopeke mezin hişt.”

Agahiyên derbarê nasnameya gerîlayên şehîd de wiha ne:

Axîn Gabar (Zeynep Ozkan), li Şirnexê jidayîk bûye. 19’ê Hezîrana 2024’an li Botanê şehîd bû.

Şervan Botan (Şakir Erdemci), li Mêrsînê jidayîk bûye. 19’ê Hezîrana 2024’an li Botanê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.