Milîtana pêşeng a YJA Starê

Şemî 16 Îlon 2023 - 00:05

HPG’ê nasnameya gerîlaya şehîd eşkere kir û got, “Hevrêya me Rojda ya ku milîtaneke pêşeng a YJA Starê bû, bi helwesta xwe ya dilsoz û bi biryar di geşkirina têkoşîna me de kedeke girîng da.” Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Hevrêya me Rojda Mahîr di Gulana 2023’an de di encama êrîşa dijmin a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bû. Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ku her roj bi qehremaniyeke mezin didome û bi saya keda bêhempa ya van lehengan, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bi taybet ji bo gelê Kurd dibe hêviya azadiyê. Ev têkoşîna bi rûmet a jiyanê bêguman deyndarê hevrêyên me yên qehreman in ku her roj bi lehengî şer dikin û di vê rêyê de şehîd dibin. Hevrêya me Rojda bû milîtaneke pêşeng a YJA Starê ku bi sekna xwe ya dilsoz û bi biryar di pêşxistina têkoşîna me de kedeke girîng da. Hevrê Rojda di her kêliyê de hewl dida têkoşîna me mezin bike û ji bo ku fikrên Rêbertiya me bigihîne hemû jinan, wê mîsyona xwe ya pêşengtiyê bi serkeftî pêk anî. Malbata heval Rojda di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Hevrêya me Rojda Mahîr li Efrînê di nav malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2011’an de biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêya me Rojda ku bi girîngî dayîna rêhevaltiyê tê naskirin, bi fedekarî û nêzîkatiya xwe ya rast a jiyanê, karî di dilê hemû hevrêyên xwe de cih bigire. Dilsoziya bi Rêbertiyê re bi ser her tiştî digirt dest, weke nûnera xurt a pîvanên azadiya jinê, karîbû bibe milîtana pêşeng a partiya me PAJK'ê. Weke hevrêyên wê em soz didin ku bîranîna hevrê Rojda di têkoşîna xwe de zindî bihêlin.”

Nasnameya hevala me ya şehîd wiha ye:

Rojda Mahîr (Hêvî Reşîd), li Efrînê jidayîk bûye, Gulana 2023’an li Herêmên parastinê yên Medyayê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.