- HPG’ê da zanîn ku Endama Fermandariya Eyaleta Gabarê Bêrîtan Nûrhak Çiya şehîd bûye û got: Di her kêliya jiyana xwe ya şoreşgerî de, dizanîbû bibe xwedî berpirsiyarî û milîtaneke APO’yî û kadroyeke PKK û PAJK’ê.
HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Endama Fermandariya Eyaleta Gabarê Bêrîtan Nûrhak Çiya li herêma Mawa ya Gabarê, di şerê li gel artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûye. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya di vê derbarê de wiha ye:’’23’ê Hezîrana 2024’an, li herêma Mawa ya Gabarê, piştî şerê li gel artêşa Tirk a dagirker û êrişên hewayî de, fermandara me ya hêja, jina lehen a Mêrdînê, Endama Fermandariya Eyaleta Gabarê Bêrîtan Nûrhak Çiya, heta nefesa xwe ya dawî, bi fedayîtî li berxwe da û şehîd bû. Hevrêya me Bêrîtan, hemû kiryarên dijmirovî yên dijmin, dikire hinceta têkoşînê û gavên xurt, di her kêliyeke jiyana xwe ya şoreşgerî de, dizanîbû bibe xwedî berpirsiyariyekê, milîtaneke APO’yî û kadroyeke PKK û PAJK’ê. Hevrêya me di hemû jiyana xwe ya gerîlatiyê de, hewl dida bibe layiqê Rêbertiya me, keda şehîdan û berdêlên hatine dayîn. Ji fermandariya Tîmê heta fermandariya eyaletê, gelek berpirsiyarî wergirtin, bi pêşengiya xwe ya xwezayî ya di jiyanê de, di dilê hemû hevrêyên xwe de, şopeke tu carî tine nabe, hişt. Hevrêya me ku hertim berê wê li Bakurê Kurdistanê bû, hêrsa xwe ya li dijî dijmin, kire hinceta gelek çalakiyên mezin. Di gelek çalakiyan de fermandarî kir, bi tevlîbûna xwe ya fedayî, bû fermandareke mînak a YJA Starê. Em weke hevrêyên wê di serî de malbata wê ya hêja û welatparêz, ji tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin, soza xwe ya pêkanîna Kurdistana azad ku hêvî û xeyala wê ya herî mezin bû, nû dikin.
Jina leheng a Mêrdînê
Hevrêya me Bêrîtan li herêma Omeriya ya Mêrdînê di nava malbateke welatparêz de çavên xwe li dinê vekirin. Di sala 2002’an de ji Wanê tevlî nava refên gerîla bû. Hêrsa xwe ya mezin a li hemberî dijmin, li Zagrosan di pêngavên şoreşgerî de nîşan da. Bi wêrekî, jîrbûn û bi enerjiya xwe ya ti carî xelas nedibû, bû xwedî pratîkeke li gorî mîsyona xwe ya pêşengiyê. Hevrêya me ku di gelek çalakiyên li cîhanê deng veda de cih girt, bi her derbeke li dijmin xist, tola xwe hilanî. Ji şêwazê fermandariyê û ji hevrêtiya wan a bê hesab ên hevrêyên weke Şehîd Rojîn Gewda û Şehîd Reşîd Serdar bandor bû, di hemû jiyana xwe ya şoreşgerî de, di şexsê van hevalên şehîd de, dilsoziya xwe ya şehîdan, bi zanebûneke kûr parast. Li Kerboranê ji bo pêşxistina Berxwedana Rêveberiyên Xweser, kedeke mezin da. Bi çalakiyên bi bandor, hem derbên giran li dijmin xist, hem jî gelê me li gorî stratejiya Şerê Gel ê Şoreşger rêxistin kir û erka xwe ya li vir bi serketî pêkanî. Piştî demekê hate Herêmên Parastinê yên Medyayê, careke din weke Endama Fermandariya Eyaleta Gabarê, vegeriya herêma Gabarê. Hevrêya me di pêvajoya ku li Gabarê bû, hertim muhasebeya hevrêtiya kêm a li hemberê Rêbertiya me dikir û ev yek dikir zemînê pêngavên mezin. Her kêliya xwe bi dil û mêjî bikaribe Rêbertiya me fêm bike derbas kir û dilsoziya xwe xurt kir û hewl da bibe bersiv. Hevrêya me Bêrîtan, felsefeya yek loqme, yek xirke ji xwe re esas girt. Hevrêtiya wê ya xurt, kesayeta xwe ya samîmî û sade, wê hertim di têkoşîna me de jiyan bike.’’
Agahiyên derbarê nasnameya hevrê Bêrîtan de wiha ye:
Bêrîtan Nûrhak Çiya (Sultan Dag), li Mêrdînê jidayîk bûye, 23’ê Hezîrana 2024’an li Botanê şehîd bû.
BEHDÎNAN