Mijar bombebaran û av e

Sêşem 9 Nîsan 2024 - 00:27

WISAM ZEHRÛNÎ / ROJNEWS / BEXDA

Medyaya Erebî ragihand ku, biryare Erdogan di 22’yê Nîsanê de yekem car piştî 12 salan serdana Iraqê bike û çend mijaran li gel berpirsên Iraqî gotûbêj bike ku ji wan mijarên ewlekarî û aborî ye. Ev serdana Erdogan jî di demekê de ye ku hêzên PDK’ê di bin navê parêzvanên sînor de ji bo dagirkirina Herêma Kurdistanê pêşengtiya artêşa Tirk a dagirker dikin. Çavdêrên siyasî yên Iraqê di derbarê mijarê de axivîn. Şîrovekarê siyasî Hemze Mistefa qala serdana Erdogan ya ji bo Iraqê kir û got: “Serdana Erdogan ya ji bo Bexdayê di warê gelek sedeman de gelek giring e, yek ji wan sedeman jî peywendiyên navber her du welatan yên li ser emnî û aboriyê ye. Di vê serdanê de dê li ser çend pirsên bi nakok ên di navbera her du welatan de, bi taybetî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê û pirsa avê, guftugo were kirin. Tirkiye ji ber bazirganiya xwe ya ku salane bi qasî 20 milyar dolaran qezenca wê heye, pêdiviya wê bi Iraqê heye.” Hemze Mistefa da zanîn ku dibe di serdanê de li navbera her du welatan de rêkeftin were kirin, bi taybet li ser asta rawestandina bombebaranan û krîza avê.

Çavdêrê siyasî Kazim Yawerî jî wiha got:“Di vê serdanê de wê mijara bombebaranên Tirkiye yên li ser Herêma Kurdistanê ku gelek sivîl bûne qurbanî were guftugokirin. Her wiha dosyeya rêya geşepêdanê jî wê were guftugokirin, ji ber ku giring û stratejîk e û wê gelek pere bigihîne xezîneya herdu welatan.”

Kazim Yawerî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Iraq û Tirkiye gelek mijarên hevbeş hene ku li ser gotûbêj bikin, lê ya herî diyar û giring rawestandina bombebarana Herêma Kurdistanê û krîza avê ye.

Hêjayî gotinêye ku dewleta Tirk a dagirker bi berdewam xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê bombebaran dike û xelkê dike hedef. Lê heta niha ev mijar li ser maseyê di navbera her du aliyên Bexda û Enqereyê de nehatiye guftugokirin û ti sînorek jê re nehatiye diyarkirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.