Mihrîcana Zarokan bi dawî bû

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 21 Tebax 2024 - 00:08

Bi dirûşmeya "Bi ruhê zarokên şoreşê, em ê azadiya Rêber Apo misoger bikin" bi pêşengiya Tevgera Hîlala Zêrîn Mihrîcana 9’an a Zarokan li Hola Serdem a taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê des pê kiribû. Mihrîcan bi beşdariya 28 komên şano, govend û stranan hat li dar xistin. Di roja yekemîn de bi pêşkêşkirina 10 komên Stran, Şano û Govendê berdewam kir.

Bernameya mihricanê ya roja duyem bi pêşkêşkirina 18 komên stran, şano û govendê dewam kir.

Mihrîcan bi xelatkirina hemû navendên beşdarî mihricanê bûn Hilala Zêrîn,  Desteya Çandê ,Navendên Çandê ya Xabûr, Til Temir, Hol, Dirbêsiyê kampa Serêkaniyê , Waşokanî, Tiwêna, Til Bereb, navenda Qerebaş a Aşûriyan û Navenda Serdem  bi dawî bû.

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.