Mihrîcana wêjeyî ya Kobanê bi dawî bû

Nûçeyên Çand/Huner

În 24 Hezîran 2022 - 22:06

  • "Heke neyê nivisandin, her tişt di bîrdanekê de bi têra xwe tê jibîrkirin"

Mihrîcana Yekemîn a Wêjeyî ya Kobanê 17'ê Hezîranê bi dirûşma "Heke neyê nivisandin, her tişt di bîrdanekê de bi têra xwe tê jibîrkirin", ji aliyê Desteya Çandê ya Herêma Firatê ve bi hevkariya Weşanxaneya Ava li navenda Çand û Huner a Baqî Xido dest pê kiribû.

Mihrîcan bi navê wêjevan Şahîn Bekirê Soreklî hatibû birêxistinkirin. Tê de şevbuhêrkên helbest, hevdîtin bi rêya zoomê bi nivîskarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji tevahî cîhanê hatibûn kirin.

Çalakiyên mihrîcanê bi xelatkirina kesên serketî di pêşbirkên wêjeyî de bi dawî bûn.

Di roja dawî ya mihrîcanê de cihgira hevseroketiya Desteya Çandê ya Herêma Firatê Rodîn Yûsif got, “Ev mihrîcan gaveke bingehîn e ji bo çalakiyên wêjeyî. Mihrîcanên salên bê dê mezintir û xwedî derfetên berfirehtir bin.”

Piştre stran ji aliyê hunermenda ciwan Stêrvan Bozan ve hatin gotin. Dengbêj Şêx Nebî Baqî Xido neviyê dengbêj Baqî Xido jî çend stranên Kurdî yên gelêrî pêşkêş kirin.

Di dawiyê de navên kesên serketî di pêşbirka wêjeyî de hatin xwendin û hevserokê desteya Çandê Ziyad Elî û cihgira wî Rodîn Yûsif ew xelat kirin.

Beha Iyalî ji Lubnanê ye di pêşbirka kurtrçîroka Erebî de, Ahîn Omer a ji Kobanê di pêşbirka helbestên Kurdî de û Zîlan Hemo ya ji Kobanê di pêşbirka çîroka Kurdî de bi ser ketin û xelat wergirtin.

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.