Mîhrîcana Şehîd Stêrvan pêk hat

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 26 Cotmeh 2023 - 00:40

Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê 4`emîn Mîhrîcana Jinan a Şehîd Stêrvan bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî, serbixin azadî" li hola Navenda Çandê ya bajêr li dar xist.

Nûnerên Rêveberiya Sivîl, meclisên leşkerî, rêxistinên civaka sivîl, partî, ciwan, bi sedan xelkê Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê tev li mîhrîcanê bûn.

Di mîhrîcanê de, endama Rêveberiya Nivîsgeha Ciwanan a Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Şeza El Elî bixêrhatina beşdaran kir. Bi navê Yekitiya Jinên Ciwan, hevseroka Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Reqayê Buşra Mihemed axivî û got:"Ji bo piştgiriya pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, em mîhrîcana xwe li dar dixin. Ji bo me, azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bingeha çareserkirina pirsgirêka kurd e."

Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya şaxê Tebqayê Macîde Kerîm wiha axivî: "Jinên Ciwan hewl didin ku bi rêbazên afirandî vê mîrasê ragihînin nifşên din.

Bi nave Meclisa Malbatên Şehîdan berdevka Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan Şehîdan a Tebqayê Ayat El Hebal got:"Ev Mîhrîcan ji bo me, serkeftin û pêşketin e. Şehîd Stêrvan roleke pêşeng lîstiye û di dilê me hemûyan de zindî ye."

Piştî axaftinan, Koma Şehîd Weid a Tebqayê, Koma Verjîn a Minbicê, Koma Hîlala Zêrîn a Stranan, Koma Hîlala Zêrîn a Cûdî, her du helbestvan Sîlva Mihemed ji Minbicê, Wesha ji Dêrazorê berhemên xwe pêşandan. Di mîhrîcanê de çalakiyên din jî li dar ketin. Li dawiyê diyariyên sembolîk li ser aliyên tevlî mîhrîcanê bûne, hatin belavkirin.

ANHA/TEBQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.