Mihrîcana Hewselê tirî û penîr dide tamkirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 27 Îlon 2023 - 00:43

Navenda Gastro Înovasyonê ya di bin banê DTSO’ya Amedê de hatiye avakirin dê di 30’ê meha Îlonê de Mihrîcana Hewselê li dar bixe.   

Navenda Gastro Înovasyonê ya di bin banê Odeya Bazirganî û Senayiyê ya Amedê (DTSO) de hatiye avakirin, dê di dawiya heftêyê de ji bo tamkirina tirî û penîrê Amedê aktîvîteyekê li dar bixe. Di çarçoveya amadekariyên mihrîcanê de serdana baxên tirî û cihê penîr lê tê çêkirin, hate kirin.  

Di mihrîcanê de dê li ser xwarinên li bajêr tên çêkirin bisekinin. Li bajarê di lîsteya Mîrateya Çandê ya Cîhanê ya UNESCO’yê de cih digire, dê xwarinên li bajêr tên çêkirin û çanda muzîkê bi hev re were nasandin. Aktîvîteya ku dê li Baxçeyên Hewselê were lidarxistin, wê ji her kesî re vekirî be. 

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.