- Çalakiyên mîhrîcana "Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye" di 20’ê vê mehê de li ser dika şanoyê ya navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê dest pê kir.
Çalakiyên mîhrîcana "Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye" di 20’ê vê mehê de li ser dika şanoyê ya navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê dest pê kir. 7 komên şano, 2 komên Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê û yên din jî ji Reqa, Tebqa, Minbic, Heleb û Efrînê beşdarî mîhrîcanê bûn.
Di roja dawî ya mihrîcanê de cîgira Hevserokatiya Desteya Çandê ya herêma Firatê Rodîn Yûsif axivî û got: "Dê Mîhrîcana Arîn bibe bingeh û destpêka xebatên şanoyê li Kobanê. Şano cureyek ji derxistina azar û hestên civakê ye. Em ê di lidarxistina mîna van mîhrîcanê de her sal şehîd Arîn ku şerê terorê kiriye bi bîr bînin."
Piştî axaftin bi dawî bûn, hunermendên ji herêmên cuda mewal û stranên folklorî pêşkêş kirin.
Di dawiyê de komîteya amadekar a mîhrîcanê xelat li kesên piştevanî daye vê mîhrîcanê, belav kirin.
ANHA/KOBANÊ