Mihrîcana Arîn a şanoyê dest pê dike

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 5 Cotmeh 2024 - 00:30

ÊLVÎN MIHEMED / NÛJINHA / KOBANÊ

Bi serpereştiya Desteya Çandê ya kantona Firatê û Tevgera Çand û Hunera Mezopotamyayê, xebatên 3’yemîn mihrîcana ‘Arîn bisk û zulfên aştiyê ye’ di bin dirûşma “Şano nasnameya têgihîştina civakê ye” di 5’ê Cotmehê de li ser dika şanoyê ya navenda Çand û Hunera Baqî Xido ya bajarê Kobanê dest pê dike.

Mihrîcana ku bi îsal re dibe cara sêyemîn tê lidarxistin navê xwe ji fermandara YPJ’ê Arîn Mîrkan a li ji bo pêşî li êrişên çeteyên DAIŞ’ê bigire di 5’ê Cotmeha 2014’an de çalakiya fedaî kiribû, digre. Desteya Çandê û TEV-ÇAND ji bo bîranîna giyanê Arîn Mîrkan di sala 2021’an de mihrîcana yekemîn, di sala 2022’an de mihrîcana dûyemîn a ‘Arîn bisk û zulfên aştiyê ye’ ya şanoyê li dar xistibû.  

Mihrîcana ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê birêxistinkirin dê îsal bi beşdarbûna 14 komên ji pêkhateyên cuda yên girêdayî navendên çand û hunerê, Hîlala Zêrîn, serbixwe û komek ji Başûrê Kurdistanê were lidarxistin.

Tê payîn ku dê mihrîcana “Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye” 10 rojan dewam bike.

Şano nasname û têgihîştina civakê ye

Di vê çarçoveyê de hevseroka Desteya Çandê û di heman demê de ji rêveberiya komîteya amadekar a mihrîcanê Rodîn Yusif behsa amadekarî û plansaziya 3’yemîn Mihrîcana ‘Arîn bisk û zulfên aştiyê ye’ kir. Rodîn Yûsif da zanîn ku festîval bi dirûşma “Şano nasname û têgihîştina civakê ye” tê lidar xistin. Her wiha wê diyar kir ku ewê mihrîcan li bajarê Kobanê were lidarxistin. Li  navenda Çand û Hunera Baqî Xido. Rodîn Yûsif girîngiya şanoyê bi van gotinan anî ziman: "Piştî berxwedana Kobanê gelek cihên Kobanê hatin wêrankirin. Ji bo ku em ji nûve van cihan geş û xweş bikin me zehmetiyên li wir kire mijara şonoyên xwe.”

‘Sal bi sal mihrîcan xweştir dibe’

Rodîn Yûsif cudahiya mihrîcanan wiha vegot: "Ev mihrîcan ji du salan carekê li bajarê Kobanê tê lidarxistin ji ber ku cihê berxwedaniya şehîd Arîn e. Em jî weke Navenda Çand û Hunera Baqî Xido ji du salan carekê mihrîcanê li dar dixin. A yekem 5 roj domiya, ya duyemîn 7 rojan, a sêyemîn jî dê 10 rojan berdewam bike. Ji xwe sal bi sal guhertin tê de çêdibe, ji ber ku lîstikvan tên guhertin, şanoger zêde dibin, komên cuda tevli dibin.”

5 meh in amadekarî tên kirin

Rodîn Yûsif wiha behsa amadekariyên ji bo mihrîcanê jî kir û got: "Ev nêzî 5 mehan e em amadekariyên vê mihrîcanê dikin. Komîteya amadekar a mihrîcanê hatiye diyarkirin. Komîteya senaryoyê jixwe bi tenê bi têkiliya kesên li Kobanê re têkildar dibe. Kesên ku tevli dibin ji bakurî Sûriyeyê, Ereb jî tê de amade bin. Festîval îro dest pê dike û deriye xwe ji her kesî re vedike.” Rodîn Yûsif wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bi hêvî ne ku gelê Kobanê xwedî li vê mihrîcanê derkeve ji xwe 2 salan carekê tê lidarxistin. Carna guhertin çêdibe, îsal dê xelat bên belavkirin. Dê bi giştî kom bên xelatkirin. Daxwaza me weke Desteya Çandê ew e ku em xwedî li mihrîcana şehîd Arîn derkevin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.