Mihrîcana 34'an li Hannoverê ye

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 17 Gulan 2023 - 02:38

M. ZAHÎT EKÎNCÎ/HAMBURG

 

Kurdên li Ewrûpayê, mihrîcana çand û hunerî ya herî demdirêj a li Ewrûpayê, Mihrîcana Govendên Kurdistanê ji bo cara 34'an li dar bixin. Îsal mihrîcan bi şîara “Çanda me nasnameya me ye” li bajarê Elmanyayê Hannoverê tê lidarxistin û ji Elmanya, Swîsre û Fransayê bi giştî 23 kom wê tevlî festîvalê bibin. 

Ji komîteya amadekar, Leyla Ekîncî got, "Mihrîcan, ji Hozan Sefkan wan, Hozan Mizgîn wan heta bi roja me hatiye; festîvala herî demdirêj a Kurdan li derveyî welêt." Leyla Ekîncî bi bîr xist ku mihrîcan di heman demê de weke rêûresmeke li xelkê vekirî ye, ya ku tê de cilûberg û xişirên Kurdî yên deverên cihê tln danasîn. 

 

Heta 18'ê Gulanê

Di mihrîcanê de îsal wê di warê lêkolîna çanda Kurdî de xelat jî bê dayîn. Ji bo agahiyên li ser komên beşdar dibin, Leyla Ekîncî got, “23 komên govendê ji Elmanya, Fransa û Swîsreyê beşdar dibin û ji bilî wan koma zarokan a ji Lubeckê jî wê tevlî mihrîcanê bibe. Komên dixwazin di warên cilûberg, tehmên deveran û xişiran, mirov dikarin heta 18'ê Gulanê ji bo pêşbirka warê lêkolîna çanda Kurdî miracaet bikin.”

Meşa mihrîcanê

Roja yekê ya mihrîcanê wê dîsa bi meşa ji rêûresmê ya mihrîcanê dest pê bike. Bi sedan ciwan wê bi cilûbergên Kurdî, erbane, dahol û zirneyan ji ber Stasyona Trênê ya Navendî ya Hannoverê meşa xwe bidin destpêkirin.

Komên wê tevlî mihrîcanê bibin, evên li jêr e:

Govenda Bêrîvan (Wesel) Semsûr; Evîna Welat Bi Hev re (Basel) Bedlîs, Koma Zarokên Rojê (Wesel) Amed; Koma Kaniya Spî (Celle) Amed; Koma Feraşîn (Berlin) Agirî; Koma Nûdem (Kiel) Riha; Govenda Arya-Mara (Köln) Riha, Koma Demhat (Zürich) Wan; Koma Kulîlkên Welat (Duisburg) Midyad; Koma Şehîd Delîl Çiyager (Berlin) Wan; Govenda Şehîd Serhat (Lerthe) Wan; Govenda Rojbîn (Paris) Riha; Koma Laleş (Celle) Colemerg; Koma Şiyar (Salzgitter) Weranşar; Govenda Nergizên Çiya (Den Haag) Gimgim; Govenda Baran (Koln) Bedlîs; Govenda Romanî (Köln) Qers; Govenda Ar (Wupertal) Çewlîk; Kome Dersim (Dortmund) Agirî.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.