Mihrîcan bi semîner û şevbihêrkan dewam dike

Nûçeyên Çand/Huner

În 14 Cotmeh 2022 - 02:45

Desteya Çand û Huner a Herêma Cizîrê û Dîwana Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Mihrîcana 6’an a Osman Sebrî orgenîze kir. Di roja diduyan a mihrîcanê de helbest hatin xwendin û semîner hatin dayin.

Nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), rewşenbîr û wêjevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnerên Saziyên Civaka Sivîl a Qamişloyê li mihrîcanê hazir bûn.

Di roja duyemîn a mihrîcanê de, destpêkê şevbihêrkek bi zimanê Kurdî ji aliyê helbestvan Ebdulselam Xoce ve û bi zimanê Erebî ji aliyê helbestvan Celaa Hemzawî ve hate lidarxistin. Paşê nivîskar Dilawer Zengî semînerek da li ser rola Osman Sebrî di bipêşxistina wêjeya Kurdî de.

Zengî behsa jiyana wêjevan û siyasetmedar Osman Sebrî û rola wî di tevgera siyasî ya Kurdî û wêjeya Kurdî de kir.

Gava nûçeya me dihat amadekirin, biryar bû ku performansên muzîkê pêk werin û sînevîzyon were nîşandan. Navên kesên di pêşbirka mihrîcanê de di warê romanan de bi ser ketine, jî diviyabû bi merasîmê bihata ragihandin.

ANHA/QAMIŞLO

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.