Mihrîcan baweriya zarokan xurt dike

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 28 Hezîran 2022 - 21:09

  • Mihrîcana Zarokan li Reqa û Tebqayê sala 2019'an dest pê kir û yek ji mihrîcanên giring e ku ji zarokên her du bajaran re tê lidarxistin.

Mihrîcana Zarokan li Reqa û Tebqayê sala 2019'an dest pê kir û yek ji mihrîcanên giring e ku ji zarokên her du bajaran re tê lidarxistin. Ji bo destekdayîna zarokên xwedî behreyên çandî û wêjeyî û baweriya wan bi xwe xurt bibe, ev mihrîcan tê lidarxistin. Mihrîcan wê 4 rojan dewam bike. Tê dê şahiyên cihereng ji zarokan re wê bên lidarxistin.

Piştî rizgarkirina herêmê, ev mihrîcana yekem e. Navendên Çandê yên Reqa û Tebqayê girîngiyeke mezin didinê ji ber ku desteka manewî dide zarokatiyê. Her sal di vê demê de, heta 4 rojan tê lidarxistin.

Endamê Komîteya Amedekar a mihrîcana Reqayê Menaf El-Musa diyar kir ku mihrîcan xwedî girîngiyeke mezin e, zarokan teşwîq dike ku behreyên xwe derxin û bi awayekî erênî bandorê li zarokan dike. Menaf El-Musa da zanîn ku zarok dê stranên dîrokî ku behsa adet û rêûresmên şêniyên Reqayê dikin, şano û berhemên hunerî û çandê pêşkêş bikin. El-Musa destnîşan kir ku wan bi Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê re koordîne kir û serdana dibistanan kirin da ku zarokên xwedî behre kifş bikin û tev li mihrîcanê bikin.

Navenda Çandê ji destpêka meha Hezîranê ve zarokan li gorî behreyên wan perwerde dike. Perwerde ji aliyê kesên di qadên muzîk, xêzkirin, şano, dîlan û helbestan de pispor in, tên dayîn.

El-Mûsa piştrast kir ku Mihrîcana Zarokan a Reqa û gundewarên wê dê di 2'yê Tîrmehê de dest pê bike û 4 rojan dewam bike

Zarok behreyên xwe bi pêş dixin

Hevserokê Komîteya Çand û Huner a Meclisa Rêveber a Tebqayê Elî El-Elayê diyar kir ku Mihrîcana Zarokan a Tebqayê dê di 30'ê Hezîranê de dest pê bike û 4 rojan dewam bike. Wî her wiha anî ziman ku zêdetirî 170 zarok û şagirt wê tev li mihrîcanê bibin. Di nav wan de zarokên bexçeyên zarokan ên komîteyên jinan ên Tebqayê û malbatên şehîdan jî hene.

Elî destnîşan kir ku Navenda Çandê ya Tebqayê giringiyê dide armanca vê mihrîcanê ya ku behreyên zarokan derdixe pêş û got, “Bi taybetî havînê navend strageha yekemîn a zarokan e da ku behreyên xwe bi pêş bixin.”

ANHA/TEBQA

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.