• Mihemed Şêxo bi stranên xwe tim ji felekê re dinaliya û digot; “Ey felek bo te dinalim bo çi nêrgiz diçilmisin, ev çima bextê me ho ye em bê dost û kes in!” Li gel hemû zehmetî û astengiyan jî wî bi stranên xwe pişta felekê danî erdê.

Mihemed Şêxo, yan jî bi navê xwe yê medenî yê tam, Mihemed Salihê Şêxmûs (Bavê Felek) di sala 1948’an de li gundê Kirbawî yê Qamişloyê, tê dinê. Di nava malbata xwe ya welatparêze de wê guh neda şermdîtina muzîkê, û stran gotin. Mihemed Şêxo ji bavê xwe fêrî stranan bûye. 

Ew li dibistana destpêkê li gundê Xecokê, ya navîn li Qamişloyê dixwîne. Sala 1965’an ji ber nexweşiya di çavên wî de ji leşkeriya bi darê zorê hate efûkirin. Ji ber xizaniya malbatê, ew vedigere gund û bi bavê xwe re cotkariyê dike. Şêxo, gelek ji lêkolînê hez dikir, di gera xwe de li gundê Xirbê Kurma kesên bi navê Ekî Xelîl Êzîdî, Sihên Tofî û Helîmê Hiso nas dike û bi wan re diçe şahiyan. Piştre wî dest bi nivîsa bi Kurdî dike û helbestvanê bi nav û deng Cegerxwîn nas dike. Ew gelek helbestên Cegerxwîn û gelek helbestvanên din dixwîne û ji ber dike.

Berê xwe dide Lubnanê

Ji ber qedexeya stranên Kurdî li Sûriyê, di 1969`an de hunermend Mihemed Şêxo berê xwe dide paytexta Lubnanê Beyrûtê. Li Beyrûtê 2 salan beşa muzîkê dixwîne û wek stranbêj û sazbend dibe endamê Yekitiya Hunermendên Lubnanî jî.

Li Lubnanê ji bo debara xwe bike, kar jî dike; li gel xwendinê, ew tev li komên muzîkê dibe; Koma Newroz, Koma Serkeftin û Koma Bihar. Ev her sê kom sala 1971`ê hatibûn damezirandin. Piştî vegera li Rojavayê Kurdistanê, îstixbarata hikûmeta Şamê dev ji şopandina Mihemed Şêxo neqeriya, gelek caran ew girtin û êşkence lê kirin, hat lê ew ji helwêsta xwe venegeriya.

‘Ey Felek’ li Rojhilat tomar dike

Di dema şoreşa 1974`an de Mihemed Şêxo xwest careke din biçe Başûrê Kurdistanê. Piştî têkçûna şoreşê li gel pêşmergeyan koçberî Rojhilatê Kurdistanê dibe, li wir di kampê de komeke muzîkê ji zarokan re ava dike. Wê demê ji bo qutkirina têkiliyên Şêxo bi hevalên wî yên rewşenbîr re, hêzên Îranê ew sirgûnî bajarekî derveyî Rojhilatê Kurdistanê kir. Li bajarê Mehabadê kasêta xwe ya bi navê "Ey felek" tomar dike. Kasêta wî pirr deng vedide û di nava civaka Kurdistanê de belav dibe. Li vir jî rastî zext û zordariya hêzên Îranê tê û surgûnî Azerbaycanê dibe. Şêxo jina bi navê Nesrîn ku keça fermandarekî pêşmerge bûye nas dike û pê re dizewice. 4 zarok ji wan re çêdibin; Bêkes, Felek, Îbrahîm û Birûsk. Lê Bêkes hîna du mehî ji ber nexweşiyê wefat dike. Paşê Mihemed Şêxo tevî malbata xwe tevî zilma hikûmeta Şamê jî, vedigere Rojava.

Zêdetirî 120 stran gotine

Birayê Mihemed Şêxo Beha Şêxo li ser hiberîneriya birayê xwe dibêje, “Heta îro jî stranên ku Mihemed Şêxo gotine, nehatine hejmartin. Ji ber ku hin stran hene di şevbihêrkan de tenê carekê gotine û ji ber zexta hikûmetan kaxezên helbestan qetandine. Zêdetirî 120 stranên Mihemed Şêxo hene. Me hin kasêtên nû li Başûrê Kurdistanê peyda kirine. Lêkolînên me hîn dewam dikin.”

Tomargeha ‘Felek’ û bertîla ji bo kasêtan

Sala 1979`an li Qamişloyê Mihemed Şêxo û Beha Şêxo tomargehekê bi navê Felek vedikin, lê ji ber tomarkirina stranên li ser cejna Newrozê û neteweya Kurd, piştî bi 2 mehan hêzên rejîma Beesê, wê tomargehê digirin û 5 salan ew tomargeh girtî dimîne.

Birayê Mihemed Şêxo, Baha Şêxo sala 2018´an ji rojnameya me re got, "Sala 1977’an, min xwe fêrî tembûrê kir. Lê belê dema mirov ji malbata hunermendekî mîna Mihemed Şêxo be, hîna ji zaroktiyê ve stranan ji ber dike. Hin dengên tomarkirî hene, di sala 1973’an de Mihemed Şêxo li tembûrê dixe û ez stranan dibêjim." Yanî Mihemed Şêxo sala 1973´yan tenbûrjenekî baş e. Baha Şêxo wiha behsa girtina Mihemed Şêxo, dikanê û kasetên di tomargehê de ya sala 1987´an dike: "Sala 1987’an ez û ew, em ketin zindanê, tomargeha me hemû desteser kirin, hemû alav, kasêt û xebatên me birin. Piştî koça wî ya dawî bi çar salan, min bi bertîlê karîbû wan tiştan vegerînim. Heger îro dengê Mihemed Şêxo li nav gel belav bûye bê gûman girêdayî hewldanên min ên bicîhanîna wesiyet û layiqbûna wî bû."

Mihemed Şêxo ji ber nexweşiyê radikin nexweşxaneya Wetenî ya li Qamişloyê û 9’ê Adara 1989’an ew li wir koça xwe ya dawî dike. Bi hezaran kesî cenazeyê Mihemed Şêxo bi merasîmekê li goristana Taxa Hilêliyê spart axê.

NAVENDA NÛÇEYAN