Bi boneya salvegera 34`an a koça dawîn a hunermend Mihemed Şêxo xelkê Qamişloyê, hunermend û endamên saziyan, çûn serd gora Mihemed Şêxo ya li goristana Hilêliyê. Hunermend Sefqan Orkêş li ser gorê axivî û got, hunermend Mihemed Şêxo bi ked, awaz û dengê xwe bûye nimûneyeke cîhanî ji bo gelê Kurd.
Endamê Komîteya Huner a Meclisa Gel a Qamişloyê, Cemîl Meşkînî jî got, çanda Mihemed Şêxo ji bo gelê Kurd dabû avakirin, niha ciwanên Kurd diparêzin û wiha dewam kir: “Bi sekn û exlaqê xwe hêz da çanda Kurdî. Îro navendên me bi navê wî ne, zarokên me jî stranên wî dibêjin.”
Di dawiyê de gul û kulîk li ser gora Mihemed Şêxo hatin danîn û stranên wî hatin gotin.
Hunermend Mihemed Şêxo di 9`ê Adara 1989`an de ji ber sekta dil, dilê wî sekinî bû û çûbû ber dilovaniya xwedê.
ANF/QAMIŞLO