Mihemed Şêxo bibîranîn

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 11 Adar 2024 - 00:54

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) û Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Hunermend Mihemed Şêxo di salvegera 35`emîn a koça wî ya dawî de li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo bi bîr anî.

Endamên saziyên çandî, hunerî, rewşenbîrî û wêjeyî û şêniyên Kantona Cizîrê beşdarî merasîmê bîranînê bûn. Piştî deqeya rêzgirtinê li ser navê Navenda Mihemed Şêxo endamê Desteya Çandê ya Kantona Qamişlo Ebdulmecîd Xelef diyar kir ku hunermend Mihemed Şêxo bi temenekî biçûk bandoreke mezin li gelê xwe kir, girêdaneke wî ya xurt bi xaka Kurdistanê ve hebû û bi vê nasnameyê derbasî her maleke Kurdistanê bû.

Birayê Mihemed Şêxo Beha Şêxo li ser navê malbatê axaftinek kir û da zanîn ku hunermend Mihemed Şêxo ne tenê di rojekê de tê bibîranîn, ew her roj cihê xwe di nava wijdanê gelê xwe de digire û ev tişt anî ziman: “Êşa gelê xwe derxistin, helbestên 20 helbestvanan gotiye, helbestvanên nêzî xaka welatê xwe tenê hildibjartin. Bi zaravayekî Kurdistanî stran digotin, bi qaçaxî kasêtên wî wekî diyarî derbasî Bakurê Kurdistanê dihatin kirin, bi vî qasî hunera wî li ber dilê gelê wî bi nirxe.”

Piştre komên Navenda Mihemed Şêxo hunermend Bengîn Adem, Serbest Xelîl, Mistefa Omer, Amir Remo û Behaa Şêxo stranên hunermend Mihemed Şêxo gotin. Merasîma bibîranînê bi stranan bi dawî bû.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.