- Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê û Desteya Çandê ya kantona Cizîrê, ji bo bibîranîna Mihemed Şêxo di salvegera wî ya 36’emîn koça dawî de, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo çalakiyek li dar xist.
Di çalakiyê de bi dehan şênî, malbata hunermendê nemir, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê beşdar bûn.
Di çalakiyê de hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê Hesen Şero got: "Hunermend Mihemed Şêxo dibistaneke hunerê bû. Wî hemû zehmetiyên ku dijmin û dagirkerên Kurdistanê li pêş derdixistin, derbas kirin. Bi helbest, stran, awaz û dengê xwe yê zîz kete dilê her ciwanekî û her welatparêzekî."
Birayê hunermend Mihemed Şêxo, Hemîd Şêxo spasiya beşdaran kir û got: "Sal bi sal hezkirina hunermend Mihemed Şêxo di dilê gelê me de mezintir dibe, ji ber ku wî ji bo welat û gelê xwe kar kir."
Di dawiya çalakiyê de hunermend Bengîn Adem, Amir Remo û Mihemed Şahî stran pêşkêş kirin.
Sembola çand û welatparêziyê
Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê jî li Nivîsgeha Yekitiya Rewşenbîran a bajarê Girkê Legê semînerek li ser jiyana hunermendê nemir Mihemed Şêxo semînerek da. Di serî de endamê Yekitiya Rewşenbîran Biradost Mîtanî li ser jiyana hunermend Mihemed Şêxo axivî û rola wî di vejandina stranên Kurdî û ragihandina êşên gelê xwe de anîn ser ziman.
Mîtanî diyar kir ku hunermend Mihemed Şêxo semboleke çandî û welatîpêziyê bû. Di semînerê de stranên hunermend Mihemed Şêxo hatin pêşkêşkirin. ANHA