• Ozan Alpkaya li girtîgeha Kiriklarê di grêva birçîbûnê de ye. Wî got, Midûrê Hepsê Haydar Alî Ak gefê li wan dixwe. Girtiyan got, ''Ewlehiya me ya canê me nîne.'' 

Ozan Alpkaya li girtîgeha Kiriklarê di grêva birçîbûnê de ye. Wî got, Midûrê Hepsê Haydar Alî Ak gefê li wan dixwe. Girtiyan got, ''Ewlehiya me ya canê me nîne.'' 

Li Hepsa Tîpa F ya Girtî ya Nimro 2 ya Buca Kiriklar a Izmîrê li dijî êşkenceyê grêva birçîbûnê ya domdar û bi dor a ku 28'ê Mijdarê dest pê kir, hîna didome. Girtî Sînan Durmaz, Onur Yilmaz, Abdullah Gunay, Sabah Dayan, Ozan Alpkaya, Halîs Daghan, Sertaç Kiliçarslan û Kenan Yildizbakan çalakî dane destpêkirin. Çalakî kete roja 59'an. Girtî Mahîr Çakir, Şaban Sidal, Ibrahîm Tîkan jî 27'ê Mijdarê ve tevlî çalakiyê bûne.

Hat zanîn ku li Hepsa Girtî ya Tîpa F Nimro 2 a Kiriklarê piştî ku Haydar Alî Ak Tebaxa 2021’ê bûye midûr, zilmê dest pê kiriye.

Akweke dewama Esat Oktay Yildiran e ku li Zindana Amedê êşkenceya dij mirovî li girtiyan dikir.

Gef li girtiyan xwarin

Wekîla HDP'ê ya Izmîrê Serpîl Kemalbay û parêzerê endamê Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê, Alî Îhsan Bey 17'ê Çile xwestin ku Alî Ak bibînin, lê Ak ev qebûl nekir.

Ji girtiyan Ozan Alpkaya 23'yê Çile bi malbata xwe re bi telefonê axivî û piştî hevdîtina Kemalbay û OHD'ê ya bi rêveberiya girtîgehê re Alî Ak gef li girtiyên di grêva birçîbûnê de, xwarine û ewlehiya canê wan êdî nîne.

Alpkaya got, ''Êdî ti ewlehiya me nîne. Bi gotina, 'xwe kuştin', dibe ku cenazeyê me ji vir derkeve''. Alpkaya got, li ser laşê girtiyên di grêvê de û di devê wan de birîn çêbûne û xwest ku raya giştî piştevan be.

Rêvebera EGE TUHAYDER'ê Selma Altan jî got, li dijî zexta li ser girtiyan divê tevgereke bi lezgînî çêbe: ''Ji bo rewşa hevalên xwe yên girtî em pirr mitaleyan dikin.''

Altan got, Haydar Alî Ak zext zêde kirine: ''Em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin. Bi rengekî divê ev midûr were sekinandin. Em pê dizanin ku Haydar Alî Ak xwe bi rengê, 'Ez berdewama Esat Oktay im. Derheqê min de gelek tişt hatin nivisîn. Tiştek ji min nayê' pênase dike. Berê jî li gelek girtîgehan maye û pirr êşkence kiriye. Li girtîgehên ku lê maye êşkencê dewam kiriye. Çeng û parsûyên gelek girtiyan şikandine. Dema ku li Girtîgeha Tekîrdagê peywirdar bû, du girtî mirine. Sicîla vî midûrî ne paqij e. Biya me rayedar vî kesî diparêzin.''

MA/IZMÎR