Piştî ku Joe Biden weke serokê hilbijartî yê Emerîkayê hat ragihandin û pê re jî Kamala Harris weke alîkara serokê DYE´yê ya yekê diyar bû, ji bilî serokçeteyê dewleta Tirk Tayyip Erdogan, serokdewletên dinya alemê, ew pîroz kirin. Fermandarê Giştî yê QSD´ê Mezlûm Ebdî jî di ser hesabê xwe yê medya civakî re peyameke pîrozbahiyê weşand. Fermandar Mezlûm Ebdî got, "Ez bi dilgermî Joe Biden û Kamala Harris pîroz dikim ji ber serketina wan a hilbijartinê ya dîrokî. Em bi hêvî ne ku em hevkariya xwe ya ji nêz ve bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê re dewam bikin, ji bo parastina destketiyên xwe yên di şerê li dijî DAIŞ´ê de û avakirina siberojeke çêtir ji bo xelkê Sûrî.

 

NAVENDA NÛÇEYAN