Li Misrê mezelekî nû yê ku ev 3 hezar sal bûn winda bû hate dîtin. Li gorî agahiyên arkeologan ev mezel yê Ramsesê duyem e. Ramsesê duyem yek ji fîrewnên herî bi hêz yê Misra Kevnar bû. 

Arkeologên ku li navendeka olî xebatan dibirin serî rastî mezelê granît hatin û piştî lêkolînan dan zanîn ku ev mezel ê Ramsasê duyem e. Akademîsyen û lêkolerê Zanîngeha Sorbonne Frédéric Payraudeau hiyeroglîfên li ser mezel tercûme kir. Piştî tercûmeya lêkoler arkeologan jî dît ku li ser mezel navê “Ramses II” hatiye nivîsandin.

Li gor agahiyên Museya Misrê Ramses II yek ji fîrewnên herî bi hêz yê dema xwe bû. Qederê 60 salan hikim kir û 90 sal emir kir. Her wiha tê gotin ku ji 100’î bêhtir zarokên wî hene.

KAHÎRE