- Meclîsa Şaredariya Lyonê hê 8´ê Tîrmehê biryar dabû ku navê meydaneke li taxa Guillotière bike Hevrîn Xelef. Merasîma navlêkirina meydanê duşemê êvarê pêk hat.
ÎKRAMÎ TAYFUR / LYON
Li bajarê Fransayê Lyonê, şaredariya bajêr navê siyasetvana Kurd Hevrîn Xelef li meydanekê kir. Hevrîn Xelef 15´ê Mijdara 1984´an hat dinê û dagirkerên hov ên dewleta Tirk 12´ê Cotmeha 2019’an ew nêzîkî Girê Spî şehîd kirin. Xelef endama Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û Sekretera Giştî ya Partiya Siberojê ya Sûriyê bû.
Meclîsa Şaredariya Lyonê hê 8´ê Tîrmehê biryar dabû ku navê meydaneke li taxa Guillotière bike Hevrîn Xelef. Merasîma navlêkirina meydanê duşemê êvarê pêk hat. Meydan li wê deverê ye ku kolana Salomon Reinach û ya Marseille digihin hev. Li ser lewheya navê Hevrîn Xelef herwiha dinivîse, ”Femînîst û siyasetvana Kurd”
Fîgura sembolîk a aştiyê
Weke xwediya malê, şaredara herêma 7´an a Lyonê, Fanny Dubot merasîma vekirina meydanê da destpêkirin. Wê ji bo Hevrîn Xelef got, ”Fîgura sembolîk a aştiyê li welatekî şer lê”. Dubot bi bîr xist ku Hevrîn Xelef ji Tevgera Rizgariya Jinê ya Kurd e û îşaret bi girîngiya piştgiriya navneteweyî kir.
Endama Meclîsa Şaredariyê ya ji têkiliyên derve berpirsiyar Sonia Zdorovtzoff jî got, ”Di temenê xwe yê kurt de ji Sûriyeyeke demokratîk, pirreng û nenavendî xebitî.” Wê nameya dayika Hevrîn Xelef jî xwend ku malaviya şaredariya Lyonê û piştevanên Kurdan dike.
Navê wê li nexweşxaneyê jî tê kirin
Seroka Roja Sor a Fransayê Alexandre Koroglu jî got, ”Bi vî awayî şaredariyeke çepgir û ekolojîk nîşan da ku destekê dide projeya li Rojava. Niha li Qamiişloyê nexweşxaneyek tê çêkirin û navê Hevrîn Xelef wê li wê nexweşxaneyê bê kirin.”
Xwediyê fikra navlêkirinê serokê Komeleya France Kurdistanê Therry Lomberthot e. Ew dibêje, ”Em ê li vir û li wir, bidin ser rêya Hevrîn Xelefê”.
Hemwext, li avahiya şaredariyê jî pêşangeheke li ser jiyan û têkoşîna Hevrîn Xelef hat vekirin. Ev pêşangeh wê heta Mijdarê li xelkê bajêr û mêvanan vekirî be.