• Ji şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê Metîn Adogît ku ji aliyê Asayîşa Hewlêrê ve hatibû girtin, pêr li girtîgeheke PDK’ê şehîd bû. Îdîa dikin ku bi sekteya dil can daye.

Ji 17’ê Tîrmeha 2019’an ve hikumeta Başûrê Kurdistanê ya bi serkêşiya PDK’ê ambargo daniye ser Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û ji hingî ve nahêle kes biçe wargehê û nahêle kes ji wargehê ji bo pêdivî û asûkên xwe derkeve. Lewma ji wê demê ve gelek mirovên nexweş ên nekarî biçin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan, bi sedan karker jî ji karê xwe bûn. Di vê pêvajoya astengkirinê de, gelek şêniyên ji wargeha Mexmûrê ku ji bo debara xwe bike li Hewlêrê bûn, ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin. Metîn Adogît (Dawûd) ê 45 salî jî yek ji wan bû, ku pêr li girtîgeheke PDK’ê ya li Hewlêrê şehîd bû. Metîn Adogît piştî Hacî Yildirim kesê duyem ê ji kampa  Mexmûrê ye ku di nava du mehan de li zindanên PDK´ê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest daye.

Îdîa dikin bi sekteya dil miriye

Metîn Adogît ji bo debara malbata xwe bike li bajarê Hewlêrê kar dikir. Dawûd di 7’ê Mijdara 2020’î de ji bo li Hewlêrê bixebite dixwaze tevî hevalekî xwe xaniyekî kirê bike û ji bo vê serî li Asayîşa Hewlêrê dide. Lê Asayîşa Hewlêrê wî digire û dixe zindanê. Tevî ku hevalê wî ji Asayîşê re dibêje, Dawûd nexweşê dil û şekire jî nahêlin dermanê wî bidinê.
Herweha ji 7ʼê Mijdarê ve ango ji roja girtina Dawûd ve asayîşê destûr nedida ku malbat serdana Dawûd bike û agahiyan jê werbigre. Tevî hewldanan hemûyan jî ji roja Metîn hatî girtin, ti agahiyek jê nedihat standin. Herî dawî pêr Asayîşê ji malbata wî re ragihandiye ku Dawûd di zindanê de bi sekteya dil miriye. Lê nayê zanîn ka Dawûd ji ber çi miriye yan jî hatiye kuştin.
Hacî Yildirim jî beriya Metîn Adogît piştî ku ji zindana PDK´ê hat berdan jiyana xwe ji dest dabû. Ew ji gundê Dêrhîn yê Qilebanê bû û ji penaberên li wargeha Mexmûrê bû. Asayîşa PDK´ê 11’ê Mijdara 2020’an ew li Hewlêrê kiribû nezaretê. Ew 3’yê Kanûnê hatibû berdan, lê 11 rojan paşê, bi sedema penceşêrê jiyana xwe ji dest da. Lê dema Yildirim ketibû zîndanê, ti nexweşiyeke wî nebû û tê gumankirin li zîndanê derman dabinê.

Kurekî wî li gerîla şehîd bû

Metîn Adogît di navbera salên 2009-2011’an de serokê BDP’a navçeya Çaldiranê ya Wanê bû. Di êrişên dewleta Tirk ên sala 2011ʼan de ji doza KCKʼê hat girtin û 2 salan li zindana Wanê hat hiştin. Sala 2013ʼan hat berdan. Lê piştre ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk neçar ma li gel malbata xwe koçî Başûrê Kurdistanê bibe. Metîn li wargeha penaberan a Mexmûrê niştecih bû. Ji roja ku Metîn li Mexmûrê niştecih bûyî ji bo debara malbata xwe karkerî dikir.
Metîn Adogît bavê 5 zarokan û şervanekî ku di nava refên gerîlayên Tevgera Azadiyê de şehîd bûyî ye. Tê payîn cenazeyê Metîn ji bo Bakurê Kurdistanê were şandin û li navçeya Ebexa Wanê were veşartin.

NAVENDA NÛÇEYAN