Mexmûriyan bi coş 27’ê Mijdarê pêşwazî kir
Yekşem 28 Mijdar 2021 - 23:39
- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 44’emîn salvegera Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê bi şahiyekê hat pîrozkirin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 44’emîn salvegera Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê bi şahiyekê hat pîrozkirin. Peyama xurtkirina berxwedanê hat dayin. Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk, Hecî Kaçan got, “Heger îro em wek gelê Kurd, wek gelê azadîxwaz, xwediyê gelek destketiyên binirx in, xwedî jiyanek birûmet in û tên naskirin, ev bi saya wan qehremanên PKK damezirandî, Rêber Apo, şervanên serê çiyan û berxwedanvanên di zindanan de li ber xwe didin e.”
Piştre şanoya Mexmûr TV derket ser dikê, piştî wê koma muzîkê ya Tevçandê û Kevana Zêrîn stranên xwe pêşkêş kirin, piştre şanoyek li ser koçberiya ber bi Ewrûpayê ve hat pêşkêşkirin, koma govendê ya Şehîd Şîlan Goyî derket ser dikê û hunermend Çoman Reşîd stran gotin.
MEXMÛR