Mexmûrê silavek li berxwedanê kir

Şemî 29 Gulan 2021 - 07:14

Xelkê wargeha penaberan a Mexmûrê, bi meşeke girseyî berxwedana gerîlayên azadiyê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, silav kir. Xelkê bang kir da ku têkoşîna li dijî dagirkeriyê bê xurtkirin.

Çalakiya pêr êvarê bi pêşengiya Komiteya Çalakiyê hem ji bo silavlêkirina berxwedana gêrîla û hem jî ji bo pîrozkirina çalakiyên Hêzên Hewayî yên Şehîd Delal Amed pêk hat.

Xelk li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bû û heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî meşiya. Çalakgeran pankartên destekkirina berxwedana gerîlayan, û wêneyên şehîdên Mamreşo û posterên Rêber Abdullah Ocalan jî hilgirtin. 

Li ber derê ofîsa Neteweyên Yekbûyî endama Mecîlsa Îştar, Xurbet Îşlek axivî. Îşlek bal bire ser berxedana gêrîlayên Kurdistanê û got, "Dewleta Tirk man û nemana xwe  daye şerê li hemberî gêrîla. Pêwîst e em jî hebûn û nemana xwe di vê şoreşê de bibînin, li gorî vê jî berxwedana xwe xurt bikin. Em berxwedana gêrîlayan silav dikin û soza xurtkirina berxwedanê didin."

Piştî axaftina Xurbet Îşlek, Xebat Apaydin daxûyanî xwend. Wê got, "Bikaranîna çekên kîmyewî, bi teşhirkirina bedenên bê giyan, dixwaze bi ser bikeve. Tevî hemû teknîk û hovîtiyê jî gêrîlayên azadiya Kurdistanê, Bazên Zagrosê, keç û xortên vî welatî bi berxwedanekî bê hempa li ber xwe didin.

Îro pêwist e ji her demê zêdetir şerê gelê şoreşgerî bikeve meriyetê. Em li ku derê û di kijan kêliyê de bibin, bila bibin, heta têkoşîna gêrîla û gel nebe yek, heta vîna azad weke yek beden tevnegere, azadî jî ne mumkin e. Em bang li jin, ciwan, kal, heval û dostên xwe dikin. Dem dema azadiya Rêber Apo û azadiya gelan e. Bi ruhê çiya, bi ruhê azadiyê, bi ruhê gêrîlayên azadiyê em têbikoşin û em seketinê misoger bikin."

MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.