Şandeyeke ji xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çû serdana sersaxiyê ya qûrbaniyên şewata Hemdaniyê. Di serdanê de peyama sexsaxiyê ji bo civaka Xiristiyanên Iraqê û tevahiya gelên Iraqê hat dayîn.

Di şeva 26’ê Îlonê de li bajarokê Hemdaniyê yê ser bi parêzgeha Mûsilê, di holeke dawetê de ji ber şewatê 113 kes mirin û 82 kes jî birîndar bûn. Kesên jiyana xwe ji dest dayîn û birîndar, ji civaka Xirîstiyan a Mûsilê bûn.

Ji bo sersaxiyê şandeyeke ji xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê çû serdana sersaxiyê ya qûrbaniyên şewatê. Serdan li Dêra Behna Sara ya bajarokê Hemdaniyê yê ser bi Mûsilê hat qebûlkirin.

Di serdanê de peyama sexsaxiyê ji bo civaka Xirîstiyanên Iraqê û tevahiya cîhanê jî hat dayîn.

ROJNEWS/MÛSIL