Mexmûrê DAIŞ têk bir

Duşem 7 Tebax 2023 - 12:49

  • Wargeha Penaberan a Mexmûrê, li hemberî êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên 6’ê Tebexa 2014’an berxwedanekê bê hempa êrişên çeteyan şikand. Lê ev çar 4 sal in li hemberî dewleta Tirk û PDK’ê li berxwe dide.

BERJÎN KARA / NÛJINHA / MEXMÛR

Çeteyên DAIŞ’ê piştî komkujiya li ser Şengalê di 6’ê Tebaxê de berê xwe dan wargeha Mexmûrê. Piştî ku DAIŞ’ê êrişî bajarê Mûsilê kir, li ser tevahî herêmên Iraqê metirsî çêbû û di heman demê de li ser herêmên girêdayî wargeha Mexmûrê jî çêbû. Ji bo vê yekê Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê parastina wargehê kirin, şev û roj nobeta xwe girtin. Lê piştî ku metirsî zêdetir bû ji bo parastin û ewlehiya jin, zarok, kal û nexweşan wargeh hat valakirin û li bajarên Başûrê Kurdistanê yên wek Hewlêr, Kerkûk, Zaxo, Duhok û Ranyayê belav bûn.

PDK dîsa reviya

Di 7’ê mehê de DAIŞ’ê êriş kir, di dema êrîşê de pêşmergeyên PDK’ê yên li herêmê reviyan. Piştî valakirina wargehê Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê û gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê ku ji Qendîl hatin hewara gel, bi DAIŞ’ê re ketin nava şer. Li wê derê şerek dijwar qewimî û di 8’ê mehê de şer dijwartir bû. Di kêliyên ku şer dijwar bû de rojnamevan Denîz Firat ku xwest kêliyên dawî yên şer û berxwedana li wargehê ji cîhanê re ragihîne şehîd bû. 

DAIŞ’ê hat paqijkirin

Piştî berxwedana çar rojan di 10’ê Tebaxê de wargeha Mexmûrê ji aliyê Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê û gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê ve ji çeteyên DAIŞ’ê hat paqijkirin. Piştî wê di 12’ê Îlonê de navçeya Mexmûrê û gundewarên ku girêdayî Mûsilê ne ji aliyê Hêzên Parastina Cewherî û gerîlayên Tevgera Azadiyê ve hatin rizgarkirin û gelek çete hatin kuştin. Di dema rizgarkirinê de 3 gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê şehîd bûn.

Hêza berxwedanê ya 30 salan

Çawa ku di salên 90’î de ji ber zilma dewleta Tirk neçar man koçberî Başûrê Kurdistanê bûn, herî dawî li wargeha Mexmûrê bi cih bûn, li ser wê xaka hişk û zuha ji xwe re jiyana nû ava kirin. Rêxistina xwe ava kirin û bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan zarokên xwe perwerde kirin, li ser wî bingehî hebûna xwe domandin. Her wiha di êrişa DAIŞ’ê de bi heman şêweyî dev ji berxwedana xwe bernedan. Dewleta Tirk a dagirker xwest bi destê çeteyên DAIŞ’ê komkujiyekê li ser wargehê pêk bîne û vala bike lê negihîşt armanca xwe. Berxwedana xelkê Mexmûrê li hemberî pîlanên qirêj ên dewleta Tirk bi ser ket. Piştî ku dewleta Tirk bi vê yekê negihîşt armanca xwe, vê carê bi hevkariya PDK’ê di sala 2014’an de ket nava hewldan û planên valakirina wargehê. Di 18’ê Tîrmehê de balafirên şer ên dewleta Tirk wargeha Mexmûrê bombebaran kir û di encamê de 2 kes birîndar bûn. Bi vê yekê xwestin wargeha Mexmûrê vala bikin.

Îradeya wargehê bi ser ket

Dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê xwestin hikumeta Iraqê jî bixin nava pîlanên xwe yên qirêj ên li hemberî wargeha Mexmûrê. Di 27’ê Kanûna 2021’ê de artêşa Iraqê xwest derdora wargehê têl bike û dorpêç bike, lê xelkê rê neda wan û neçar man xwe paşve vekişînin. Di 20’ê Gulana 2023’an de li ser zextên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê, careke din artêşa Iraqê xwest bikeve nava wargehê û bi têlan dorpêç bike lê xelkê wargehê rê nedan ku bikevin nava wargehê. Di encama berxwedana 16 rojan a xelkê wargehê de hêzên Iraqê neçar man xwe paşve vekişînin û bi vî awayî îradeya xelkê wargeha Mexmûrê careke din bi ser ket. Di nava van 4 salên dorpêçê de bênavber dewleta Tirk bi balafirên şer êrişî wargehê kir di encamê de gelek kes birîndar bûn û 7 kes hatin qetilkirin. Herî dawî jî dewleta Tirk gefên qutkirina avê li ser Iraqê xwar, ji Iraqê xwest wargehê vala bike. Lê armancên dewleta Tirk, PDK û hikumeta Iraqê yên valakirina wargehê bi ser neketin. Vîn û îradeya xelkê wargehê Mexmûrê armanc û pîlanên wan ên qirêj vala derxist. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.