Li Mexmûrê agirê pêşî yê Newrozê hat pêxistin.
Li wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) yekemîn agirê Newrozê şeva din, bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê, li semta Şehîd Robar hate pêxistin.
Cihê pîrozbahiyê bi al, posterên Rêber Abdulah Ocalan, alên PKK’ê, YJA-Star û Newroz Pîroz be hatibû xemilandin.
Beriya ku agirê Newrozê were pêxistin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê endamên Tevgera Jinên Ciwan û çalakvanên greva birçîbûnê yên Mexmûrê yekemîn agirê Newrozê pêxistin.
Xelkê wargehê li derdora agir bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ gotin û govend gerandin.
ROJNEWS/MEXMÛR