Mexmûr pira Kurdistanê ye

Sêşem 8 Adar 2022 - 22:09

  • Rêber Ocalan: Mexmûr pira navbera her çar parçeyên Kurdistanê de ye, pira di navbera netewa Kurd û Ereban de ye. Mexmûr dikare bi rola navendî rabe, xwe bi cih bikin û bi rêxistin bikin. Mexmûr garantiya zimanê Kurdî ye. Zarokên Mexmûrê zarokên min in.”

IDRÎS KARA / MEXMÛR

Di salên 1995-96’an de koçberên ji Bakurê Kurdistanê ji ber zilma dewleta Tirk reviyan, li wargeha Etrûş û Geliyê Qiyametê bi cih bûbûn. Zêdetirî 20 hezar penaber ji ber dewleta Tirk reviyabûn, lê di wan wargehan de jî rastî ambargoya PDK’ê hatin. Di salên 1995 û 96’an de ji wargehê 2 şande çûn paytexta Sûriyê Şamê û bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştin. 

Mele Elî Spêrtî, Ferhan Didêrî û Qedrî Yaman di nava van şandeyan de bûn yên ku ji wargeha Etruşê çûbûn Şamê. Ew îro li Mexmûrê ne, behsa hevdîtina xwe ya bi Rêber Ocalan re kir.

Mela Elî Spêrtî dide zanîn ku dîtina Rêber Abdullah Ocalan, ji bo wî xeyaleke zaroktiyê bû. Mela Elî Spêrtî dibêje, dema ji wî re gotin, tu wê biçî Rêber Apo bibînî, ew gelekî kêfxweş bûye: “Sal 1995 bû, li wargeha Geliyê Qiyametê, ji min re gotin, tu bixwazî tê Rêber Apo bibînî, xwe amade bike. Ez bi vê gelekî kêfxweş bûm û min xwe amade kir. Em wek şandeyekê ji wargehê 12 kes hatin diyarkirin.”

Dîtina yekem

Mele Elî Spêrtê dide zanîn ku ew destpêkê çûne Qamişloyê û ji wir jî çûne Şamê. Ew wiha behsa xwe dewam dike: “Me destpêkê ji xwe re digot, em ê çawa Serok Apo bibînin, me digot, gelo ew jî wê weke mezinên din ên cîhanê, randevûyekê ji bo dîtinê bide yan na? Em bi qasî 10 deqeyan rûniştin, ji nişka ve Rêber Apo da mal ve. Me qet ne dizanî Rêber Apo ew qas xwezayî ye. Ti çek û tiştek pê re nebû, silav da me û hat serê me. Pirsa halê me kir, me xwe pê da nasîn. Pitşî wê, ji me re got, em ê sibe bi hev re xwarinê bixwin.

Bû sibe û me bi hev re xwarin xwar. Ez wê demê li tenişta Rêber Apo rûniştibûm, serok Apo goşt di danî sînika min de, min jê re digot, serokê min, em dikarin bixwin, pêwîst nake hûn xwe reht bikin. Kesê xwarina xwe xilas nedikir, rexne dikir. Digot, hûn nikarin xwarinê bixwin, hunê çawa şoreşê bikin.”

Mela Elî Spêrtî dibêje, li wir ew jî tevlî perwerdeyê bûne, û Rêber Apo 6 saetan bê navber perwerde dikir û tevî vê jî ji ber ku xîtabeke xweş pê re hebû, kes aciz nedibû û nedizanî dem çawa dibihure. 

Ocalan: Ew zarokên min in

Li ser sohbeta bi Rêber Apo re Mela Elî dibêje, “Min ji Rêber Apo re got, zarokên me ên penaber hene, 8 hezar xwendevanên me hene.

Niha li wargehê dixwînin, hun ji bo wan çi dibêjin? Rêber Apo got, ‘Zarokên penaber zarokên min in, ez ji we re dibêjim, zarokên min baş perwerde bikin. Weke tê xwestin perwerde bikin, çi hebe ji bo wan bi kar bînin.”

Rêber Apo ji bo Îslama rast peyiviye: “Rêber Apo ji min re got, medresên kevin nûjen bikin, ew medrese ne dibin bandora dewletan de ne.

Îslama rast ji gelê min re bêjin.Tişta min ji Rêber Apo fêhm kir ev e, hedara Eyub Pêxember, efata Îsa, tolhildana Mihemed, zanista Marks û Lenîn ji xwe re girtiye û ji wan hemûyan bihuriye. Heta niha jî ez bi şîretên Rêbertiyê dijîm, piştî wê min xatir jê xwest.”

Rêber Apo li halê wargehê pirsî

Ferhan Didêrî jî ji wargeha Etruşê sala 1996’an li ser navê saziyên wargehê çû cem Rêber Apo. Ferhan Didêrî jî dide zanîn ku wan derbarê êrişên PDK’ê û dorgirtina li wargehê de agahî daye Rêber Apo: “Ez wê demê rabûm, min ji Rêbertiyê re got, PDK talanê dike, xelkê direvîne û dorê li wargehê digire. Rêber Apo dixwest her tişta derbarê wargehê de bizane.”

‘Ew wargeha min e’

Didêrî wiha qala peyamên Rêber Apo ên ji bo xelkê wargehê dike; “Rêber Apo digot, ew wargeha min e, xelkê li Tirkiyeyê polîtîkaya dewleta Tirk qebûl nekir, ji ber wê li wir in. Rêber Apo dixwest wateya wargehê bi derdorê bide nasîn, nexasim xelkê Rojava li ser wargehê agahdar be. 

Wê demê Neteweyên Yekbûyî dixwest wargeh were valakirin û destê xwe ji me bikişîne. Rêber Apo digot, divê em wargehê ji wê rewşê xilas bikin û biparêzin. Rêbertiyê di nav nirxandinên xwe de radigand, ew wargeh şahidê zilma dijmin e, ew zilm jî qebûl nekir. Digot, heger hûn wê wargehê neparêzin, hûnê çawa sibe Kurdistanê azad bikin? Ew wargeh siberoj e.”

Ambargoya PDK’ê

Qedrî Yeman jî Rêber Ocalan dîtiye. Qedrî Yeman gava digihîjin cihê Ocalan lê, wiha terîf dike: “Wê şevê hunermendê nemir Aram Tîgram hebû, konser wê bida. Em jî çûn wir, me Rêbertî li wir dît, ji dûr ve. Sohbeta wî ya bi Aram re gelek xweş bû, em kêfxweş dikirin. Roja din, em çûn gel Rêber Apo, me silav lê kir û xwe da nasîn. Wê demê PDK’ê ambargo danîbû ser wargehê, Rêbertî ji vê rewşê hêrs bû.”

Yeman dide zanîn ku Rêber Apo ji wan dixwest behsa helwêsta PDK’ê ya li hemberî xelkê wargehê bikin. Ocalan derbarê dorgirtin û ambargoyê de agahî wergirtine. Yaman dibêje, Rêber Apo behsa berxwedana xelkê wargehê jî wiha kiriye: “Digot, we çawa ewqas milet û zarok li wir hiştin. Ewqas zarok, we çawa di wan wargehan de girtin. Me behsa berxwedana wargehê kir. Ji me re timî digot, divê hûn li hemberî xeletiyan xwedî helwêst bin û pêşengiya civakê bikin.”

Yaman dibêje, kesekî ku Rêber Apo dîtîbe, wê ti carî nikaribe, xiyanetê li şehîd û nirxê xwe bike.

Mexmûrê veguherînin cihê jiyanê!

Ji xelkê wargeha Mexmûrê, Ferhan Didêrî, peyama dawî ya bi deng a Rêber Apo a ji bo wargeha Mexmûrê jî têne bîra xwe. Ew dibêje, hingê Rêber Ocalan bi peyama deng bang li xelkê wargeha Mexmûrê kiriye: “Gel bi dengê Rêbertiyê gelekî kêfxweş bû, ji ber ku Mexmûr ne cihê jiyanê bû, lê piştî banga Rêber Apo, em li vir man. Wê demê ji me re got, hûn têhn û birçî jî bibin, we kedeke mezin daye, dev ji doza xwe bernedin. Mexmûrê veguherînin cihê jiyanê.”

Qedrî Yeman jî dibêjê, “Mexmûr ne cihê jiyanê bû, kesî hêvî nedikir wê li Mexmûrê bimîne, ji ber ku tenê mişk, mar û dûpişk hebûn.” Peyama ku Rêber Ocalan sala 1998´an dabû xelkê wargehê li bîra wî ye jî: “Mexmûrê bikin cihekî wisan, weke ku hun li Cûdî û Zagrosê bin. Bibêjin, ev cihekî wisan xweş e, nebêjin em ê tenê li vir bijîn. Mexmûr di heman demê de pira navbera her çar parçeyên Kurdistanê ye, pira di navbera netewa Kurd û Ereban de ye. Mexmûr dikare bi rola navendî rabe, bi çavekî demkî li xwe temaşe nekin, xwe bi cih bikin û bi rêxistin bikin. 

Hinek dibêjin, zimanê Kurdî ne zimanê fermî û perwerdê ye. Biçin Mexmûrê bibînin, bibînin bê ka zimanê Kurdî çawa tê xwendin û zimanekî perwerdeyê ye. Mexmûr garantiya zimanê Kurdî ye. Rêber Apo ev nirxandin li ser perwerdeyê kiribû.” 

Mexmûr menzila rêwîtiyeke dirêj e

Penaberên wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di salên 1990’î de ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk neçar man berê xwe bidin Başûrê Kurdistanê. Ji sala 1994’an ve bi rêzê li wargehên Bihêrê, Şeraniş, Bêrsîvê, Geliyê Qiyametê, Etrûş, Nînova û Nehdaran mane.

Di van wargehan de ji bilî êşên mezin ên jiyanê ku gelek zarok, pîr û jinan jiyana xwe ji dest da, panaber bi gelek êrişan re jî rû bi rû man. Di van êrişan de jî gelek welatî hatin qetilkirin. Her wiha li wargehên Etruş, Geliyê Qiyametê û Nînovayê bi ambargoyan re rû bi rû man.

Koçberên Bakûrê Kurdistanê di sala 1998’an de li quntara çiyayê Qereçox a navçeya Mexmûr ya ser bi Mûsilê bicih bûn. Di salên destpêkê de zehmetiyên gelekî dijwar dîtin û ava vexwarin û paqijiyê jî, bi zehmetî peyda kirin. Her wiha cihekî ku xwe bispêrinê nebû û tenê ji ber dupişkan bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da.
Koçberan ji tine war avakir, wan Mexmûr ji çoleke zuwa veguheranrand cinetê. Koçberan li vir jiyanek nû afirand, mal hatin çêkirin, saziyên rêveberî, şaredarî, perwerde, tenduristî, parastin û yên din hatin avakirin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.