Metnên nijadperestiya Tirk dan xwendin

În 3 Hezîran 2022 - 22:42

  • Beriya bêhtirî mehekê ji bo qedandina dibistanên amadeyî yên di asta lîseyê (lîse û lîseyên pîşeyî) îmtîhanên xwe kirin.

Beriya bêhtirî mehekê ji bo qedandina dibistanên amadeyî yên di asta lîseyê (lîse û lîseyên pîşeyî) îmtîhanên xwe kirin. Lê belê li eyaleta NRW’ê pirseke îmtîhanê ya ku çû ber bi dehhezaran xwendekarî, sosret bû, heta skandal bû. 

Îmtîhan 26’ê Nîsana bihurî çêbû. Ji 968 dibistanên amadeyî 73 hezar xwendekar û ji 234 lîseyên pîşeyî di asta dibistana amadeyî de jî 9 hezar û 500 xwendekar beşdarî vê îmtîhanê bûn. Pirsa ji bo Elmanî weke 'dersa xurt' (xwendekarê/î bijartî ye ji bo ku notên wê/wê zêdetir di wê dersê de bên hesabkirin) pirsa 1’ê ji xwendekaran dixwest ku metna "Sprache und Sein (Ziman û hebûn)" analîz bikin û binirxînin. 

Bi serê xwe ev ne mesele ye. Ya ku ev metn nivîsandiye Kubra Gumuşay e. Meseleya ku herî zêde dike mirov bi awirekî gumanbir li Kubra Gumuşay binihêre pêşniyazeke wê ya ji bo xwendina li dibistanên Elman e: Wê pêşniyaz kir ku mirov li kêleka Goethe, ji helbestkarên nijadperest ên Tirk Necîb Fazil Kisayurek jî li dibistanan bide xwendin.

Nivîskara Kurd û Êzîdî, Ronya Othman, ji ber peywendiyên wê ên bi rêxistinên Selefî û dijminê ne Misilmanan jî di rojnameya FAZ´ê de nivîsî bû û gotibû, Kubra Gumusay bêyî bihizire, nêzîkî hikûmeta Erdogan, tevgera Milli Goruş û Ixwan ul-Muslimîn e.

Axir meseleya li vir ew e ku metna keseke xwediyê van têkiliyan û bi ser de jî xwestiye nijadperestekî weke Necîp Fazil Kisayurek li dibistanên Elman bê xwendin, çima bi xwendekarên NRW´ê dane xwendin? 

Gelo hikûmeta NRW’ê ya CDU’yê ya berê têkiliyên xwe yên eşkere yên bi saziyên fermî yên dewleta Tirk re dixwaze berferehtir bike û îdeolojiya nijadperest a dewleta Tirk a li dijî Kurd, Ermenî, Xirîstiyan û Cihûyan bê guneh bike?

Em nizanin, lê gava hikûmeta nû ya koalîsyonê ava bû wê helwêsta CDU’yê û şirîka wê ya muhtemel Partiya Keskan diyar bibe.

DUSSELDORF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.