Metirsiya cezayê bidarvekirinê

Duşem 12 Sibat 2024 - 00:35

Li gorî agahiyên Saziya Mafê Mirovan a Hengawê, dadgeha rejîma Îranê, bi ‘Bexî ango dijayetiya xwedê û têkdana dewletê’, îdîaya endamtiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê, derbarê Werîşe Muradî de, îdîaname amade kiriye. Li gorî vê, dibe ku rejîma Îranê, cezayê bidarvekirinê li Werîşe Muradî bibirre. Beriya niha jî hatibû ragihandin, Werişe Muradî, beriya bişînin girtîgeha Evînê, rû bi rûyê êşkenceyeke giran bibû, xwîn vereşiya bû û ji ser hişê xwe çûbû.

Werîşe Muradî bi nasnav Ciwana Sine, piştî 5 meh binçavkirinê ya 5 mehan û êşkenceyeke giran, ew veguhestibûn girtîgeha Evînê.

Cezayê bidarvekirinê lê birrîn

Herwiha rejîma Îranê bi îdîaya zirar gihandina serbixwebûna welat, cezayê bidarvekirinê, li Mamosteyê olî Mihemed Xizirnijad birrî. Mihemed Xizirnijad yek ji kesayetê olî yê bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û di serhildana Jin, jiyan, azadî de hatibû girtin. Hêjayê gotinê ye, mamostayê olî destpêkê bi 15 sal girtîgehê hatibû cezakirin. Lê piştre bi êşkenceyeke giran, îtîrafa bidarê zorê li hatiye îmzekirin û cezayê bidarvekirinê li hatiye birrîn. 

HENGAW

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.