Metirsî dewam dikin
Sêşem 6 Hezîran 2023 - 14:04
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Bêwar Unver bal bire ser berxwedana xelkê Mexmûrê ya li dijî dorpêça li Mexmûrê û rewşa ji niha şûnde ji ANF’ê re nirxand.
Unver ewilî qala bûyera 20’ê Gulanê hewldana artêşa Iraqê ya bi wesayîtên zirxî û leşkerî kir û got;’’Di 20’ê Gulanê de artêş Iraqê bi polîsan ve serê sibehê ve hewl dan wargehê dorpêç bike.Ev rewş bû sedem ku di roja yekem de alozî derkevin. Ji ber ku artêş hatibû, gel bi demokratîk helwest nîşan da, ji bo vîna wî neyê teslîmgirtin li ber xwe da. Berxwedaneke ya rûmetê bû.”
Berxwedanê nêrîn guhert
Bêwar Unver li ser berxwedana xelkê Mexmûrê jî got: “Berxwedanê hişt ku hikûmeta Iraqê careke din kiryarên xwe berçavan re biborîne. Di hevdîtinan de ev berxwedan diyarker bû. Aliyê beramber dît, bi vî rengî bi zorê, zext û hêzê nikare vîna geleke penaber bişkîne. Ji 7 salî heta 70’ê salî berxwedana hate kirin, Iraq xiste nava şokê. Berxwedanê di nêrîna Iraqê de guherîn da çêkirin û raya giştî ya Kurd jî rakir ser piyan.”
NY di bin bandorê de ye
Unver li ser mijara serdana Neteweyên Yekbûyî (NY) ya piştî demekê li Mexmûrê jî ev got;“Piştî êrîşên DAÎŞ’ê yên sala 2014’an NY bê ku wargehê biparêze ji wargehê derket û çû.Li ser êrîşên esmanî yên li ser wargehê, dîsa ambargoya PDK’ê ya li ser kampê û gelek bûyerên din rûdan, NY bêdengî hilbijart. Eşkere bû ku NY heta astekê ketiye bin bandora siyaseta dewleta Tirk û siyaseta hinek hêzên xêrnexwazên xelkê wargehê. Hatina NY ya kampê li ser esasê bê ka rewşê hinek fam bike, tundiya leşkerên Iraqê û birîndarbûna ciwanekê belge bike û guhdar bike, fam bike ev mijar çiye. Xwe wisa dan diyarkirin. NY neçare erk û berpirsyariyên xwe pêk bîne. Di çarçoveya zagonên navneteweyî de bi erka xwe rabin. Em NY vedixwînin erk û berpirsyariyên xwe pêk bînin.”
Ti garantiya êrişan tine ye
Li ser êrîş û hewldanên Tirkiye ya li ser Mexmûrê Unver ev nirxandin kir: “Êrîş tim didome. Ji bo destkeftiyên bi berdêl, xwîn û xwêdanê hatin avakirin tine bike, tişta ji destê tê dike. Bê guman wê êrîş û daxwazên Tirkiye ya ji Iraqê wê ne dawî be. Dema pêşiya me jî wê rewşên wiha derkevin. Êrîşên ser wargehê bi konsepta giştî ve girêdayî ye. Hikûmeta faşîst li ser hikûmetê ye, wê êrîşî wargeh û destkeftiyên Kurdan bike. Gelê wargehê çawa ku di pêvajoyên borî de li ber xwe da têkoşîn kir, ji niha şûnde jî bi heman rengî heta xurtir bike. Hikûmeta Iraqê di warê îdarî û hikmî de ne xwedî vîne ku bikare li ber Tirkiye raweste. Ji bo êrîşên li ser xelkê wargehê Iraq bide sekinandin divê êrîşên wan ên li ser xetên sînor bide sekinadin. Li ser xaka başûr bi dehan navendên leşkerî yên Tirk hene.”
Lîstokên qirêj hene
Herî dawî Unver ev bang li raya giştî ya Kurd, Iraq û NY’ê kir: “Berxwedana xelkê Mexmûrê ku 20’ê Gulanê destpê kir, dengek mezin veda. Bersiva xwe girt, gelê Kurd li derveyî welat xwedî lê derketin. Vê yekê zextek li ser hikûmeta Iraqê kir. Divê raya giştî li ser Mexmûrê baldar bin, lîstokên xirab tên lîstin. Eger heta niha hevhatinek heye, ji bo çareseriya vê pirsgirêkê, li aliyê din zextek jî heye. Divê gelê Kurd li her derê baldar be. Ti zirareke me negihaye Iraq û xelkê Iraqê. Daxwaza me ji Iraqê nebe parçeyek ji siyaseta derve, zextê qebûl neke, bi vîna xwe tevger bike. NY jî divê xwedî li erk û berpirsyariyên xwe derkevin.”
ANF/MEXMÛR