• Rojnamevan û lêkoler Zack Kopplin, 7´ê Kanûnê belgeyên kirrîna 4 qesrên bi buhayê 75 milyon dolaran li Emerîkayê eşkere kirin. Yên ku qesr kirrîne jî ji malbata Barzanî bûn. 

Rojnamevan û lêkolerê weqfeke li dijî gendelî û xirabbikaranîna pereyên cemaweriyê li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Zack Kopplin, 7´ê Kanûnê belgeyên wê yekê nîşan dan ku Mesrûr Barzanî û birayekî wî bi bihayê 75 milyon dolaran li Virginia, California û Miamiyê qesr kirrîne. 

Nûçe esas ne nû ye, Zack Kopplin hê par di 24´ê Hezîrana 2020´an de behsa van tiştan dikir. Hingê wî îşaret bi wê yekê dikir ku çavkaniya dewlemendiya Barzaniyan petrola Kurdistanê ye û dibe ku qismek jê jî Emerîkayê dabin wan. Lewma wî bi hosteyî îşaret bi bazara sotemeniya artêşa DYE´yê li Iraqê dikir. Artêşê demekê ji Barzaniyan sotemenî kiriye û ev sotemenî jî li Îranê hatiye rafînerîkirinê. Rojnamevan hingê bi sernûçeya xwe digot, dibe ku bi pereyên pentagonê Barzaniyan qesra li Beverly Hillsê kirîbe. 

Axir di nûçeya Zack Kopplin a 7´ê Kanûna îsal de belgeyên kirrîna van qesran jî hatine weşandin. Serokwezîrê Hikûmeta Hewlêrê Mesrûr Barzanî û birayê wî li Virginia, California û Miamiyê bi bihayê 75 milyon dolaran 4 qesr kirrîne. Helbet ev parçeyekî piçûk ê milkê Barzaniyan e.

Berê jî gendeliya serokdewletê Efxanistanê eşkere kiribû

Zack Kopplin berê li ser gendeliya welatekî din jî lêkolîneke berfireh kiribû: Efxanistan. Serokdewlet Xenî, esas di nava dizî û gendeliyê de xeriqî bû.

Jixwe piştî bi mehekê jî hêzên Emerîkî ji Efxanistanê vekişiyabûn. Niha jî hêzên Emerîkî ji Iraqê vedikişin. 

Nûçeya Zack Kopplin di malpena The American Prospect  de hat weşandin. Li gorî belgeyan ku Kopplin parve kirine, li Miamiyê milkekî 12 hezar metreyên bi çarçik ê bi buhayê 18.3 milyon dolaran ê Barzanî heye. Ew dibêje, dermanxaneyeke Barzaniyan a luks û şûşeyî ya nimûneya wê li cihekî din nîne, heye.

Li gorî Kopllin, 4 milkên Barzaniyan li Miami, Virginia, California hene û buhayê wan jî li ser hev zêdeyî 75 milyon dolaran e.

Pereyên veşartine hatine girtin

Di nûçeyê de Zack Kopplin van agahiyan jî dide: "Qesrên Barzaniyan li California û Virginiayê hene. Li derveyî wê jî ji ber ku 4 caran pere veşartine, hatine girtin. Ev jî dide nîşan ku maldariya wan a li Emerîkayê ewqasî zêde ye ku pereyan vedişêrin! Bi giştî malbata Barzanî tenê ji bo van 4 milkan 75 milyon dolar dane. Dibe ku ev razemenî tenê beşeke piçûk a sermaya malbatê ya li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê be." 

Şaşîtiya parêzerên wan li wan eşkere kir

Zack Kopplin dibêje, ev agahî esas veşartî bûne, li ji ber şaşîtiyeke parêzeran, eşkere bûne: "Ev agahî, veşartî hatine hiştin û li raya giştî nehatine eşkerekirin. Lê ji ber ku wekîl û casûsên fîrmaya hiqûqî ya van milkan diparêze, şaştiyên piçûk kirin, eşkere bûn.”

Divê muxbirek giliyê wan bike

Zack Kopplin di vê nûçeyê de jî meseleya dabînkirina sotemeniya baregehên eskerî yên Emerîkayê dike. Ew dibêje, Emerîka li beramberî dabînkirina sotemeniyê ji bo baregehên xwe, rê li veberhênanên Barzaniyan vedike, Barzanî jî bi dahata ku ji van peymanan digirin, van qesran dikirin û fînanse dikin. Li gorî Kopplin, heta pereyê kesên weke Mesrûr Barzanî  yên veşartinê hebin, wê timî pirsgirêka sirên saziyan jî hebe. Çareseriya yekane ya li Emerîkayê jî li gorî wî ew e ku muxbirek van agahiyan eşkere bike!

NAVENDA NÛÇEYAN