Meşên dirêj hazir û amade ne

Nûçeyên Dîaspora

În 27 Çile 2023 - 00:25

  • Ciwanên Înternasyonalîst û ciwanên Kurd ji Cenevre û Heilbronnê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dimeşin. Ew dibêjin, ew dixwazin têkoşîna li dijî tecrîdê bi azadiya Ocalan îsal tacîdar bikin.   

ERDOGAN ZAMUR/CENEVRE

 

Meşên dirêj ên li dijî Bêbextiya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê û bi doza azadiya Rêber Abdullah Ocalan tên lidarxistin, îsal jî wê ji du milan ve pêk bên. Meş wê ji 5 û 6'ê Sibatê heta 11'ê Sibatê dewam bikin. Meş li Strasbourgê bi mîtîngeke navendî ya 11'ê Sibatê bi dawî dibin. Înternasyonalîst îsal wê 6'ê Sibatê ji bajarê Swîsreyê Cenevreyê ber bi bajarê Fransayê Strasbourgê ve bimeşin. Ciwanên Kurd jî wê ji Elmanyayê ber bi heman menzilê ve bimeşin.

Ji Komîteya Amadekar înternasyonalîstê ji Kolombiyayê Camillo Torres got, ew dixwazin bi meşa îsal têkoşîna ji bo bidawîkirina tecrdkirina Rêber Abdullah Ocalan mezintir bikin û bigihîjin encamê. Torres wiha peyivî: “Ev 22 meh in ji Rêbertiyê ti agahî nayê wergirtin, ev meseleya tevahiya wan dildarên azadiyê ye. Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Komîsyona Ewrûpayê (CPT) bi rola xwer ranabe. Bi vê meşa xwe em dixwazin dengê xwe bigînin tevahiya saziyên li Ewrûpayê, saziyên mafên mirovan û yên weke wan.” 

 

Ciwan bi hemû rengan tên

Ciwanên wê tevlî meşê bibin, 4'ê Sibatê digihîjin Cenevreyê. Camillo Torres da zanîn ku ew 5 Sibatê panelekê jî li dar dixin û li ser çalakiyê wiha peyivî: “Em ê encamên panelê bi çapemeniyê re parve bikin. Di dema meşê de jî em ê semîneran li dar bixin, minaqeşeyan bikin, bernameyên çandê çêkin. Bi xêra vê têkoşînê, em ê weke rengên dinyayê hemûyan bên cem hev û hewl bidin tecrîdkirina Rêbertiyê bi dawî bikin.” 

Camillo Torres xwest înternasyonalîst bi xurtî destekê bidin têkoşîna ji bo azadiya Ocalan a li dijî tecrîdkirinê û got, “Hêzên navneteweyî yên demokratîk hêdî hêdî ji bo Rêbertiyê tên cem hev. Bi meşa xwe em dixwazin têkoşîna xwe xurttir bikin û vê têkoşînê bi azadiya fizîkî ya Rêbertiya xwe tacîdar bikin. Her kesê baweriyê bi demokrasiyê tîne, dikare tevlî vê meşê bibe û destekê bide me da ku em dengê xwe bigihînin bêhtir kesan.”

 

Ji bo rohnîkirina tariyê

Ciwanên Kurd jî bi slogana “Di sala serketinê de em ê Rêber Apo azad bikin” 5'ê Sibatê ji bajarê Elmanyayê Heilbronnê wê ber bi Strasbourgê ve dest bi meşa xwe ya dirêj bikin. Ji amadekarên meşê Azad Êriş dibêje, armanca wan a sereke ew e ku Rêber Apo fizîkî jî azad bikin û wiha dipeyive: “Ev qederê du salan e ku em ti agahiyê ji Rêbertiya xwe wernagirin. Wê çenda hanê, Veysel Taş û Mehmet Akar çalakiyên xwefedakirinê kirin û şehîd bûn, em herduyan bi bîr tînin. Çawa ku şehîd Mehmet Akar di nameya xwe de got, “Bila agirê bedena min dişewitîne, Îmraliyê rohnî bike”, wezîfeya misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêbertiyê, ya me ciwanên Kurd e. Bi vê bîreweriyê em vê meşa dirêj û xebatên xwe yên din dikin.”

 

Yek rojev tenê heye ew jî azadiya Rêber Apo ye

Azad Êriş wiha bang li ciwanan kir da ku tevî meşa dirêj a ciwanan bibin: “Meşa dirêj wê bibe çalakiyeke ku em ê bi felsefeya Rêber Apo ya jiyanê û paradîgmaya wê bijîn. Em ê weke ciwanên Kurd bibin civakeke komunal û kolektîf. Her êvar bi bernameyeke cihê em ê minaqeşeyan bikin li bersiva vê pirsê bigerin: Em bîrewertir û xurttir çawa dikarin xwe ji bo misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo bi rêxistin bikin. Yek rojeva me heye, ew jî azadiya Rêber Apo ya fizîkî ye, lewma wî miletê me di nava lepên qirkirinê de rakir ser piyan, ji bo vê her tişt kir.”

 

Têkiliyê bi me re deynin

Azad Êriş di dawiyê de banga xwe wiha bire serî: “Ciwanên ku dixwazin tevlî meşa dirêj dibin, lê nizanin ka çawa xwe bigihînin me, yan jî pirsên wan hene; ew dikarin di ser navnîşana e-mailê mesadirej_2023@hotmail.com re têkiliyê bi me re deynin.”

Li gorî agahiyên Azad Êriş ciwan wê 4'ê Sibatê li Heilbronnê bicivin û 5'ê Sibatê ji Heilbronnê dimeşin Ludwisburgê, 6'ê Sibatê ji Ludwigsburgê dimeşin Stuttgartê, 7'ê Sibatê ji Stuttgartê dimeşin Boblingenê, 8'ê Sibatê ji Reutlingenê dimeşin Tubingenê, 9'ê Sibatê ji Offenburgê ciwan dimeşin Lahrê û herî dawî 10'ê Sibatê ew bi meşa xwe ya li Freiburgê çalakiya xwe ber bi dawiyê ve dibin. Û ew jî 11'ê Sibatê tevlî mîtînga li Strasbourgê dibin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.