- Sabrî Ok: Bi gotina, dewleta Tirk ji xwe re hincetan peyda nekin. Wê demê ne cidiyeta we ya dewletê ne jî serweriya we dimîne. Hema tişt ji bo rêveberiya PDK’ê jî lê ye. Birînên civaka Êzidî taze ne. Hîn jî bi hezaran ji wan winda ne.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok diyar kir ku Başûrê Kurdistanê û Iraqê pirsgirêkên xwe danîne aliyekê û bi Şengalê re mijûl dibin: “Li Bexdayê, li nava rêveberiya Başûrê Kurdistanê pirsgirêkên giran ên civakî, aborî û siyasî hene. Van pirsgirêkên xwe danîne aliyekî û herêma Şengalê ya Êzîdiyan ji xwe re kirine pirsgirêk. Armanca van çi ye? Heger rêveberiya heyî ya Şengalê xwerêveberiyê dewam bike, wê rêveberiya Başûrê Kurdistanê yan jî Iraqê çi ji dest bidin? Yan jî ji bo PDK’ê çi metirsiya rewşa heyî ya li Şengalê heye?”
Sabrî Ok ev gotinên xwe di dema beşdariya xwe ya bernameya ‘Rojeva Welat’ a Stêrk TV bû kirin. Di dewamê de wî got, "Hîna jî bi hezaran jin û zarokên Êzîdî hatine revandin yan jî kolekirin. Heger ez bim, bi navê civaka Êzidî ez ê vê yekê ji hikûmeta Iraqê bipirsim. Heger hûn xwe weke dewletê dibînin biçin bi hezaran jin û zarokên hatine revandin, bibînin. Ez dipirsim; ey Heyder Şeşo dema ku êriş li ser Şengalê bû te çi berdêl da? Hîna jî bi hezaran jin û zarok winda ne. Biçe wan bibîne. Heman tişt ji bo PDK’ê jî lê ye. Van rastiyan hemûyan datînin aliyekî. Dixwazin dîroka Şengalê, bûyerên li wir qewimîne bidin jibîrkirin. Dema ku êriş li ser Şengalê bû ku vê yekê weke Fermana 73’yan pênase dikin, Bexdayê çi kir, PDK’ê çi kir? Ji bo hêzên pêşmergeyan ez naxwazim tiştekî bêjim. Ji ber ku bi fermana PDK’ê hêzên pêşmerge neçar man vekişin. Kesî tiştek nekir. Gelo çi bû, çima ewqasî diaxivin û daxuyaniyên provokatîf didin? Civaka Êzîdî jixwe têra xwe zilm dîtiye. Niha hewl didin hêdî hêdî li xaka xwe vegerin û birînên xwe biçêpin. Yekane tişta ku dixwazin ew e ku bi rengekî azad li xaka xwe bijîn. Ev daxwaz ne ji bo PDK’ê ne jî ji bo Iraqê metirsîdar e."
Wî li ser hinceta dewleta Tirk zextê dike jî got, "Hûn jî dewletek in, îrade û serweriya we jî heye. Yanî heger rojekê bikevin Bexdayê hûn ê heman tiştî bibêjin? Tişta ku hûn divê bêjin, wiha ye, ‘Ti mafekî we nîne’. Yanî bi gotina, dewleta Tirk ji xwe re hincetan peyda nekin. Wê demê ne cidiyeta we ya dewletê ne jî serweriya we dimîne. Hema tişt ji bo rêveberiya PDK’ê jî lê ye. Birînên civaka Êzidî taze ne. Hîn jî bi hezaran ji wan winda ne. Li gel van hemûyan dixwazin êşên cuda bi wan bidn kişandin. Bêguman civak vê yekê qebûl nake. Divê hurmet ji wan re bê nîşandan.”
NAVENDA NÛÇEYAN