Zekî Gokhan ê Dêrsimî yê ku ji bo 2 meh û nîvan parlamenter e, ji rojnamevanên Tirk re dibêje: Ma hûn ê mafê diyarkirina çarenûsê ya miletekî qebûl bikin, yan hûn ê nas nekin? Ha mesele ev e!

MUHAMMED KAYA / BERLÎN

Zekî Gokhan ê 65 salî li Elmanyayê karkerê depoyê bû. Beriya ku hilbijartinên federal ên ji bo parlamenê pêk bên bi mehekê ew bû parlamenterê Partiya Çep (Die Linke). Di dema hilbijartinên 2017’an de hindik mabû bê hilbijartin. Lê ew bû yedekê rêza yekê yê Partiya Çep. Piştî Ingrid Remmers 9’ê Tebaxê wefat kir, Zekî Gokhan ji bo 2 meh û nîvan bû parlamenter. Ew dibêje, “Ji karê xwe derketim hatim parlamenê”.

Zekî Gokhan dibêje, “Ez Kurdekî ji Dêrsimê yê Qizilbaş im”. Ew heta bibe parlamenter karkerê depoyê bû li nêzî Kolnê. Piştî parlamenê wê dîsa vegere karê xwe. 

Ji ber ku ev rewşa hanê li Elmanya cara ewilî ye diqewime, gelek kes dixwazin pê re hevpeyvînê bikin. Gava rojnamevan ji Tirkiyeyê dixwazin hevpeyvînê pê re bikin, ew pêşî ya dilê xwe li ser pirsgirêka Kurd ji wan re dibêje: “Ma hûn ê mafê diyarkirina çarenûsê ya miletekî qebûl bikin, yan hûn ê nas nekin? Ha mesele ev e”.

Malbata Zeki Gokhan 8 salî ye malbata wî ji ber sedemên aborî bar dike diçe Eregliya Zonguldakê. Li wir wî û malbata wî nediwêra bibêjin “Ez Kurd im, Qizilbaş im, Elewî me. Yanî min siyaseta dewletê ya nijadperest, qewmperest û înkarker xweşik dît.”

Welat kirî polês avêt ser malê

Gava ku rojnameya Welat tê weşandin, ew li Tirkiyeyê bû û wiha behsa serpêhatiyeke xwe dike: “Rojekê min ji bayiyê rojnameya Welat kirî.

Ez hatim malê. Gava reş kete erdê, avêtin ser ser malê. Li malê gelek weşanên qedexe hebûn. Ji nava ewqas weşanan de wan weke delîl rahişt rojnameya Welat û ez birim. Êşkencevanekî meşhûr ê hingê Cengiz hat cem min û got, ‘Îro lêdan, sixêf û tiştên weke wan nînin ji bo te. Tenê ez ê pirsekê bikim, tu bersivê bide, bes e.’ Min jî got, ‘heger tu bi rastî bersivê bidî pirseke min, min qebûl e.’ Min jê pirsî, ‘Li malê ewqas weşan hebûn, we çima weke delîl tenê rahişt rojnameya Welat a ku min ji bayiyê kirî?’ Gava ev bihîst, dest bi sixêfan kir û bi hêrs rabû, got, ‘Tu lê! Ev zilam 40 sal in hatiye Derya Reş lê Kurdîtiya xwe ji bîr nake.”

Pirsekê jiyana wî guherand

Zeki Gokhan li Eregliyê serokê Halkevleri ye. Ji ber wê di protokolên li navçeyê de jî heye. Sala 1993’yan civîneke qeymeqamî organîze dike ya bi beşdariya walî, nûnerê Fermandariya Giştî ya Tirk çêdibe. Di civînê de ew pirsekê dike: “Di rewşa normal de, napirsin ka kesê pirsê dike kî ye, nûneriya kîjan saziyê dike. Lê gava min pirs kir, li navê min û saziya min pirsîn. Min pirsî ‘Îro li ser navê dewletê serokwezîr û Serokê Fermandariya Giştî daxuyanî da û wan got, ‘li rojhilatê û başûrrojhilatê Anatolê şerekî nedijwar heye’. Baş e, naxwe çima li wir hiqûqa şer pêk nayê? Çima miameleya êsîrên şer bi Kurdên dîlgirtî re nayê kirin û li çûna wê ji wan re dibêjin ‘terörist’?’ yên li hola civînê hemû qerisîn.” 

Piştî vê pirsa ku bersiva wê nehat dayîn, polês li ser hev bi ser mala wî de girt, gef lê hatin xwarin. Neçar ji Tirkiyeyê jî derket û li Elmanyayê bû penaber. Ev 28 sal in ku ew penaber e. Elmanya jî tadeyan dike di meseleyên mafê kar, qebûla îqametê. Ev 28 sal in ku ew ji ber sedemên siyasî nikare vegere welatê xwe. 

Ji 2008’an ve di Partiya Çep de ye

Zekî Gokhan ji sala 2008’an ve endamê Partiya Çep e û di rêveberiya wê ya devera Rhein Erftê de bi awayekî aktîf siyasetê dike. Ew di heman demê de endamê Meclîsa Şaredariyê ya Frechenê ye jî.

Ji bo hilbijartinan ew vê carê nebû namzet, lê me li ser siyasetê sohbetek kir: “Kesê ji bereya dijber li ber kapîtalîzmê ranebe û ji xwe re bibêje, ez hawîrdorparêz im, ecêb e, absurd e. Meseleya esasî dijberiya kapîtalîzmê ye. Nukleer jî, pîşesaziya sîlehan jî encama kapîtalîzmê ne. Tu wê ne dijberê bazirganiya sîlehan bî û rabî ji xwe re bibêjî, ez hawîrdorparêz im. Tişta wilo nabe.” 

Sêşema bihurî di rûniştina li Parlamena Federal a Elman de serokwezîr Angela Merkel got, li ser rewşa li Elmanyayê ew bi Erdogan re peyiviye. Li ser vê Zekî Gokhan nerazîbûna xwe bi gotinên “Ma tu bi hevalê xwe yê qesab re li ser çi peyiviyî?” nerazîbûna xwe nîşan da.