Mesele azadiya miletekî ye

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 13 Cotmeh 2020 - 10:12

  • Zubeyir Aydar: Em weke milet doza azadiya Rêber Apo dikin. Heta azadiya Rêber Apo ev milet, ev tevger wê li ser piyan be.

RAMAZAN MARANKOZ / STRASBOURG

Bi daxwaza Ji Ocalan re Azadî li ber Konseya Ewrûpayê (KE) çalakiya rûniştinê dest pê kir. Ev çalakî wê mehekê dewam bike. Her hefte wê komeke cihê çalakiya rûniştinê dewr bigire. Hefteya pêşî siyasetvan, rewşenbîr, nivîskar, hunermendên ji Kurdistan û Tirkiyeyê, nûnerên baweriyan çalakiya rûniştinê dikin.
Di pêngava “Bes e, ji Tecrîd, Faşîzm û Dagirkeriyê re; Dem Dema Azadiyê ye" de li bajarê Fransayê Strasbourgê çalakiya rûniştinê dest pê kir. Çalakiya li ber Konseya Ewrûpayê (KE) dewam dike. Ji bo destpêkirinê li vir daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Çalakgeran berdilkên li ser wan daxwaza Azadî ji Ocalan re nivîsandî li xwe kir.
Pêşî Hevseroka KCDK-Eʼyê Fatoş Goksungur peyivî û got, "Ji bo ku em ji zilmê re bibêjin êdî bes e, ji bo ku em bibêjin edî dema azadiya Ocalan e, em çalakiya rûniştinê didin destpêkirin."

Bila gavê biavêjin

Endamê Konseya Rêveber a KCKʼê Zubeyir Aydar di daxuyaniyê de got, "Wî bi fikrên xwe rêberî ji me re kir, em gihandin van rojan. Ji ber wê, xwedîderketina li Rêber Apo, parastina azadiya wî, erkeke li pêş a siyasî, insanî û exlaqî ye. Ev pirsgirêka miletekî ye. Ne pirsgirêka partî û rêxistinan e, ya me hemûyan e. Konseya Ewrûpayê, CPT, DMME hemû li vir in. Rapora ku CPTʼyê eşkere kir encama vê têkoşîna me ye. Li vir ez erka wan bi bîra wan dixim û dixwazim li gorî rapora xwe tevbigerin, gavên pratîk bila biavêjin. Em weke milet doza azadiya Rêber Apo dikin. Heta azadiya Rêber Apo ev milet, ev tevger wê li ser piyan be."
Hevseroka AVeG-KONʼê Serpîl Aslan jî got, "Tecrîda li Îmraliyê elaqedarî zexta îro li derdorên muxalif nîne. Li devera zilm heye, ya esas serhildan e."
Li ser navê TJK-Eʼyê Ayten Kaplan jî got, "Em jin dibêjin dem hatiye, tevlî vê çalakiyê dibin, û em ê di her şert û mercî de li ber xwe bidin."
Ji ADDKÎʼyê Aycan Gaye Serbest jî got, "Em azadiya Birêz Ocalan di heman demê de weke azadiya tevahiya girtiyên siyasî dibînin. Bi têkoşîna hevpar em ê bi ser kevin".

Bila CPT bi erka xwe rabe

Hevserokê Federasyona Komeleyên Demokratîk a Mereşê (MAR-DEF) Aziz Tunç jî got, "Li Rojhilata Navîn siberoja gelan girêdayî azadiya Ocalan e. Erka me ya herî mezin ew e ku em azadkirina wî bibin serî."
Hevserokê KON-MEDʼê Tahir Koçer jî wiha peyivî: "Ev 22 sal in em li vir in. Em bikin ku bi fedakariyên mezin Rêber Apo azad bibe."
Serokê CÎKʼê Ahmet Hafiz Turhallî jî got, "Em li vir in da ku berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Û em bang li her kesî dikin, kî azadî û demokrasiyê dixwaze bila bê vir."
Li ser navê KOMAV’ê jî Lokman Arslan got, "Em soza me dayî şehîdên xwe bi cih bînin. Biji Serok Apo".

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.