Meşaleyeke geş dewrî me kirin

Sêşem 27 Sibat 2024 - 00:33

Komîteya Ciwanan a PKK’ê têkildarî şehadeta endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan û Komîteya Ciwanan a PKK’ê Bişeng Brûsk û endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan- Komalen Ciwan Sara Hogir Riha daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got:"Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan û Komîteya Ciwanan a PKK’ê Bişeng Brûsk û Endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan- Komalen Ciwan hevrê Sara Hogir Riha ku di nava şerekî dijwar de bi pêşengiya fedaî ya Tevgera me ya Azadiya Kurdistanê û Şoreşa Jinên Azad re pêşengî kiribûn di 28’ê Tîrmeha 2023’an de ji aliyê dewleta Tirk a qatil-faşîst ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrîşên hewayî yên dewletê de şehîd bûn!

Em sersaxiyê ji hemû gelê berxwedêr ên Cizîr û Rihayê re, di serî de ji malbatên wan ên bi qîmet re ku milîtanên hêja yên weke Ş.Sara û Ş.Bişeng mezin kirine û anîne têkoşîna azadiyê ya gelê me. Û ji hemû gelê me yê welatparêzê Kurdistan, ciwan û jinên wê re sersaxiyê dixwazin.

Hevrêya me Bişeng di sala 1988’an de li bajarê Lozan ê Swîsreyê, di malbateke welatparêz a Cizîra Botan de, jidayîk bû. Weke şoreşgereke profesyonel 2010’an de tevlî xebata Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan bû. Ji bo tevlîbûna şoreşa Rojava ya ku şoreşa jinê ye û ji bo perwerdekirina ciwan û jinên ciwan bi fikrê Rêber Apo, berê xwe da şoreşa Rojava. Piştî ku li qadên ku çûbû erka xwe bi serkeftî bi cih anî, berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di salên xwe yên têkoşînê de karîbû meşa bê rawestan, paqij û bi coş mîna çemekî bidomîne. Bi Ş.Sara re di encama êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a faşîst de şehîd bû.

Hevrêya me Sara Hogir Riha li navçeya Wêranşar a Rihayê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Di sala 2013’an de  berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Di têkoşînê de her tim bi baweriya 'Hevrêtî tê wateya par girtina ji heqîqetê' ve mezinkirina têkiliyên hevaltiyê esas girtiye. Ew xwediyê meşeke bê tirs û biryar bû. Bi saya rûyê xwe yê ken û bi kesayetiya xwe ya jidil di her hevrêyê ku pê re ket têkiliyê de şopeke kûr hişt. Hevrêya me Sara ku di 28’ê Tîrmeha 2023’an de bi hevrê Bişeng re şehîd bû. Weke şopdarên Sarayan û Bişengan, divê em mîrateya berxwedanê ya ku wan ji ciwan û jinên ciwan ên Kurdistanê re dewr kirine, bi xurtî biparêzin. Erka me ya sereke ye ku em her roj bi li dijmin dayînê ve tola şehîdên xwe hilînin. 

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên şehîd de wiha ne:

Bişeng Brûsk (Rojda Bîlen), li Swîsre jidayîk bûye, 28’ê Tîrmeha 2023’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Sara Hogir Riha (Gulsun Silgir), li Rihayê jidayîk bûye, 28’ê Tîrmeha 2023’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.