Meşaleya tekoşînê ne

Yekşem 4 Hezîran 2023 - 14:02

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê agahiyên li ser nasnameya 3 gerîlayên şehîd, eşkere kir û got; "Fermandarê me Sînan Dijwar û hevrêyên me Mazlûm Koçer û Ararat Tolhildan, 10'ê Adara 2023’yan li Başûrê Kurdistanê dema bi erka xwe radibûn di êrişa dijmin de şehîd bûn. Milîtanê dilsozê partiya me PKK'ê heval Sînan, yê ku 30 salên xwe dan têkoşîna azadiyê û di asta fermandariya eyaletê de wezîfe kir, tevî du hevrêyên xwe şehîd bû. Şehadeta wan ji bo têkoşîna me windahiyeke giran bû. Hevrê Sînan, Mazlûm û Ararat ku ji bo paşerojeke azad a gelê me bêfikar û bêteredût têkoşiyan, wê bibin meşaleya têkoşîna me ya azadiyê û rêya me timî ronî bikin. Di şexsê hevrê Sînan, Mazlûm û Ararat de em soza ku me daye şehîdan, dubare dikin û diyar dikin ku em ê şopdarê xeta şehîdan bin. Li ser vî bingehî em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin.

Hevrêyê me Sînan Dijwar li nava malbateke kedkar û welatparêz ji dayik bû. Di sala 1993’yan de bi xeyal û armancên mezin tevlî nava partiya me PKK'ê bû. Hevrêyê me Sînan Dijwar di têkoşîna azadiyê ya pîroz de ku ji bo jiyaneke azad tevlî bû, 30 salan ranewestiya, karê xwe ti carî têrker nedît, her tim xwe weke deyndarê gelê me, şehîdên me û Rêbertiyê dît, bi vî rengî têkoşiya. 30 salên maratona azadiyê ya hevrê Sînan a bêrawestan, destan û bîrdariya lehengiyê ne. Ev meşa hevrê Sînan ji bo me hevrêyên wî, ciwanên Geverê, hemû ciwanên Kurdistanê û gelê Kurd xeta têkoşînê ye ku wê mînak bê dîtin. 

Hevrêyê me Mazlûm li nava malbateke koçer a ji eşîra Alikî ya welatparêz li Sêrtê ji dayik bû. Sala 2013'an ji Xerza tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Mazlûm, çi kar û peywirê dike bila bike, weke pêdiviya dilsoziya bi Rêbertiyê û şehîdên me re serfirazî esas girt, pê dizanî ku tenê bi vî rengî mirov dikare bersivê bide pêvajoya dîrokî ya ku gelê me tê re derbas dibe. Bi tevlêbûna xwe ya rast, bi jiyana xwe ya mutewazî û bi kesayeta xwe ya xwezayî ku pergala kapîtalîst bandor lê nekiriye, wê her tim di dilê hemû hevrêyên xwe de be û bibe sedema serketinê.

Hevrêyê me Ararat li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de hatiye dinê. Sala 2019’an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Ararat ku bi berpirsyarî û cidiyeteke mezin nêzî jiyanê bû, bawer kir ku heger mirov di jiyanê de bi ser bikeve, wê di şer de jî bi ser bikeve. Hevrêyê me Ararat baş zaniye ku bêyî kedê nirx nayê avakirin, pirr xebitî û nirx tevlî nirxên me kirin. Pirr dolsozê hevrêtiyê bûye ku cewhera PKK’ê ava dike. Hevrêyê me Ararat digot, hingî ku xwe pêş dixe nêzî Rêber Apo dibe û kariye bibe mîlîtanekî fedayî. Hewl dida ku cewherê xwe fêm bike û bi rengekî bi bandor têkoşiya."

Agahiyên li ser nasnameya şehîdan bi vî rengî ne;

Sînan Dijwar (Fehmî Ogmen), li Colemêrgê ji dayik bûye, 10’ê Adara 2023’yan li Başûrê Kurdistanê şehîd bû.

Mazlûm Koçer (Mehmet Salîh Çakal), li Sêrtê jidayik bûye, 10’ê Adara 2023’an li Başûrê Kurdistanê şehîd bû. 

Ararat Tolhildan (Ahmet Muhammed Elî), li Serêkaniyê ji dayik bûye, 10’ê Adara 2023’an li Başûrê Kurdistanê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.