• Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê, ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê bi dirûşmeya "Berxwedan dirûşmeya me ye, azadî mafê me ye û proje xwesteka me ye" meşa dirêj dikin. 

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê, ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê bi dirûşmeya "Berxwedan dirûşmeya me ye, azadî mafê me ye û proje xwesteka me ye" meşa dirêj dikin. 

Meşê doh ji gundê Têrî yê ser bi navçeya Şêran dest pê kir. Ev gund 13 kîlometreyan li rojhilatê Kobanê ye. Bi sedan ciwan û xelkê deverê tev li meşê dibin.

Di meşê wêneyên şehîdên êrişên balafirên bêmirov ên dewleta Tirk, hatin hildan.

Ji 23`ê Hezîrana 2020`an ve di encama bombebarana balafirên bêmirov li dijî herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de 13 kes şehîd bûne.

Beriya ku doh meş dest pê bike, Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) a Sûriyê ya herêma Firatê daxuyaniyek day. Ehmed Elî Ehmed daxuyanî xwend. Wî got, gelê Kurd li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker timî li ber xwe dide û şopdarê rêya şehîdên azadî û rûmeta gelê Kurd û Kurdistanê ye.

Destekê bidin hêzên leşkerî yên Rojava

Wî wekî din got, dewleta Tirk di nava 6 mehên borî de êrişên hovane li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê didomîne, çekên kîmyewî di êrişên xwe de bi kar tîne û sûcên li dijî mirovahiyê dike. Ehmed Elî Ehmed, li hember vê, bêdengiya civaka navneteweyî bi bîr xist û got, ev bêdengî hevkariya bi dewleta Tirk re eşkere dike.

YCŞ’ê da zanîn ku di demên dawî de dewleta Tirk êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û li dijî bajarê Kobanê jî bi taybetî zêde kirine. 

Ciwanan got, ew ê têkoşîna xwe xurt bikin, û divê ciwan hemû li hemberî êrişên dewleta Tirk bisekinin û destekê bidin hêzên leşkerî.  Ciwan doh gihiştin navenda bajarê Kobanê. Qismî duyê yê meşa dirêj îro dewam dike. 

ANHA/KOBANÊ